Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan Dibêje Gel Demokrasî Dixwaze, Ne Qayuman


Serokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de got ku hikûmet bi danîna qayuman vîna gel binpê dike.

‘’Em dibêjin ku qayum dijminahî ye. Heta ew tê fehm kirin emê vê gotinê bibêjin. Gelên me ne qayuman, lê demokrasîyê dixwazin.’’

Wî bi bîr xist ku berê jî du dewran qayum danîne ser şaredarîyên wan û got ku desthilatê tevî ku bersîva gel jî dîtiye cara sisêyan qayum erkdar kirine.

Bakirhan dîyar kir ku gel li Xelfetî, Mêrdîn û Êlihê dijî erkdarkirina qayuman bertek nîşan daye û bi awayekî zelal raber kiriye ku ew aştî, dadmendî û demokrasîyê dixwaze.

Serokê DEM Partî got ku ger ew dijî qayuman bi hev re nesekinin, ne tenê li herêma Kurdan, lê ewê li seranserê Tirkîyê qayum werin erkdar kirin.

Bakirhan di komcivînê de bang li Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) kir û got ku ew meraq dike ku ka astenga li pêş hevdîtina wan çi ye.

Li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê egera hevdîtinê Bakirhan got ku ger nîqaş veguherin peyvajoyê ew dikarin bi wan hemî partîyan re danûstandinê bikin ku li parlamanê komên wan hene.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî meha borî di roja yekê ya dewra nû ya paralama Tirkîyê de dest dabû parlamanterên DEM Partî û bi vê tevgerê li welêt rojeva peyvajoyeke nû ya danûstandinan çêbûbû.

Bahçelî piştre gotibû ku ew bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dike ku di komcivîna DEM Partî de dawî li rêxistinê bîne.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG