Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku gotinên dawî yên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî yên ser çareserîya meseleya Kurdan jibo wan girîng in.
Bahçelî meha borî di roja yekê ya dewra nû ya parlamana Tirkîyê de dest dabû parlamanterên DEM Partî û piştre di komcivîna partîya xwe de bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga pûçkirina PKK’ê bike.
Bakirhan di hevpeyvîneke taybet de ji Rojnameya Yeni Yaşam re got ku tevî ku ew û Bahçelî û partîya wî ser çareserkirina pirsa Kurdî de dûrî hevdu ne, gaveke girîng e ku ew niha ser muxabatabîyê Ocalan nîşan dide.
‘’Me jibo çareserkirina ji kokê ya vê kêşeya sedsalî bi salan behsa rola dîrokî û cîvakî ya birêz Ocalan kir. Jiber vê em bi lîncên sîyasî re rûbirû man, ser me doz hatin vekirin, gelek hevalên me hatin girtin, lê dîrokê nîşan da ku em mafdar in.’’
Wî got ku ew nîyeta Bahçelî bi zelalî nizanin, lê ew gotinên wî wek gaveke pêşveçûna prosesê dibînin.
Bakirhan dîyar kir ku Tirkîye jiber girjîyên li Rojhilata Navîn bi rîskên cidî re rûbirû maye û ew kêşeyên li derve Enqere neçar hiştiye ser çareserîyê li rêkan bigere.
Hevserokê DEM Partî got ku helwesta partîya wan ser çareserkirina meseleya Kurdan zelal e û dîyar kir ku ew jibo danûstandinan jî jibo têkoşînê jî amade ne.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser gotinên Bahçelî gotibû ku ew bi awayekî wêrek û dîrokî axifîye.
Erdogan ser gotin danûstandinên dawî dîyar kiribû ku Komara Tirkîyê ne aîdî komeke etnîk e û gotibû ku ew bi qasî ya Tirkan ya Kurdan e jî.
Jêder: Rojnameya Yeni Yaşam