Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan: Bahçelî Hêza Ocalan ya jibo Çareserîyê Qebûl Kiriye


Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku Serokê Partîya Tevgere Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî hatiye ser fikra wan.

Bahçelî meha borî di komcivîna partîya xwe de bang li Serokê Partîya Karkerên (PKK) Abdullah Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina rêxistinê bike.

Bakirhan di hevpeyvîneke taybet ya Ajansa Mezopotamya de ser wê banga Bahçelî got ku muxataba çareserîya meseleya Kurdan rast nîşan dide.

‘’Bahçelî hêza îradî ya Ocalan ya jibo ser çareserkirina kêşeya Kurdan qebûl kir. Ya duduyan, behsa wê tecrîdê kir ku bi salan e didome. Got bila derî vebin û bila ew were biaxife.’’

Wî dîyar kir ku tevî ku banga Bahçelî girîng e jî ew û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser çareserkirina pirsgirêka Kurdan program û polîtîkayekê nîşan nadin.

Bakirhan got ku ger çareserîyeke Bahçelî û Erdogan ya rasteqîn heye divê ew jibo bîragiştî eşkere bikin.

Hevserokê DEM Partî dîyar kir ku civak li benda bersîvekê ye û niha pêdivî bi sîyaseteke berbiçav û gavên pratîk heye.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG