Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan Dibêje Desthilata AKP'ê Ser Banga Ocalan Hîn Ti Gav Neavêtiye


Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Xelfetî ya Ruha ser peyvajoya dawî ya danûstandinên li Tirkîyê peyivî.

Bakirhan di bernameya Newrozê de got ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan banga çekberdanê kiriye, lê desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hîn ti gav neavêtiye.

‘’Ka hûnê şertên jîyanê û danûstandinê ya birêz Ocalan pê serbest dikare bixebite kengî çêkin? Hûn li benda çi ne?’’

Wî got ku ger desthilat ser çareserkirina pirsa Kurdan ji dil tevdigere divê qayuman vekişîne û hevşaredarên wan jinûve bîne ser kar.

Bakirhan bang li parlamanê jî kir ku ser banga Ocalan li gor berpirsîyên xwe tevbigere û pêdivîyên qanûnî bi cîh bîne.

Serokê AKP û Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê li ser pirsên rojnamevanan gotibû ku ger Şandeya Îmrali ya DEM Partî daxwaza hevdîtinê bike ewê randevuyê bide.

Şandeya DEM Partî li ser gotinên Erdogan daxwaza randevuyê kir.

DEM Partî, ku vê hefteyê serdana partîyên muxalefetê kir, roja Duşemê jî serdana AKP û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ya hevbenda desthilatê dike.

Jêder: Artı Gerçek, Ajansa Welat

XS
SM
MD
LG