Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku ew ne nûnerê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) in.
Bakirhan îro Duşemê li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê çekberdana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSD’ê dike, dîyar kir ku ew nikarin ser vê mijarê tiştekî bibêjin.
‘’Muxatabê mijareke ser HSD’ê jixwe ne em in. HSD li Sûrîyê hatiye ava kirin, li gor pêdivîyên wir, sazîyeke bi rêxistin e.’’
Wî got ku banga çekberdanê ya Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan zelal e û divê ew niha bala xwe bidin ser sekinandina çekan û pevçûnan.
Bakirhan bi berdewamî dîyar kir HSD serbixwe ye û ew dikare biryara xwe bide.
Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.
PKK’ê ser banga Ocalan agirbest ragihandibû û dîyar kiribû ku ewê li gor banga wî tevbigere.
Karbidestên Tirk îdia dikin ku YPG baskê PKK’ê yê li Sûrîyê ye û divê ew jî çekan berde.
HSD dîyar dike ku banga çekberdanê ya Ocalan jibo çareserîya pirsa Kurdî ya li Tirkîyê girîng e, lê ew bang tenê jibo PKK’ê ye.
Amerîka, HSD’ê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek hevbendeke girîng dibîne û dîyar dike ku ewê piştgirîya xwe ya jibo wê bidomîne.
Jêder: Ajansa Welat, Artı Gerçek, Gazete Duvar