Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan Banga Xurtkirina Danûstandinên Ser Aştîyê Dike


Serokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan banga xurtkirina danûstandinên ser aştîyê kir.

Bakirhan di komcivîna partîya xwe de got divê herkes li gor berpirsîyên çêkirina aştîyê tevbigere.

‘’Çêkirin aştîyê berpirsî û erkên mezin dide ser milên herkesî. Niha dem hatiye ku dest destan jibo aştîyê li ser bingeha wekhevîyê hevdu bigirin, dem hatiye ku dest jibo aştîyê werin vekirin û aştî mil bi mil were çêkirin.’’

Wî dîyar kir ku wan heta niha ji bangên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî bigire heta yên muxalefetê û yên alîyên cihêreng yên civakê guh daye ser alîyan û jibo gavên nîyetrind jî bersîvên erênî dane.

Bakirhan di civakê de yekîtîyeke mezin çêbûye û cara pêşî ye ku piranîya partîyên sîyasî berjewendîyên xwe yên demkî didin hêlekê û piştgirî didin çareserîyeke demokratîk.

Wî bi bîr xist ku Erdogan li Amedê gotiye ku hizûr û aramîya Amedê hizûr û aramîya Tirkîyê ye û dîyar kir ku ew hizûr û aramîya li bajêr û welêt bi çareserîyên demokratîk û aştîyê pêkan e.

Bahçelî îro di komcivîna partîya xwe de banga hevdîtina duyê ya şandeya DEM Partî û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan kir, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmrali ye.

Şandeya DEM Partî piştî banga Bahçelî û destûra Wezareta Dadê, 28’ê Berfanbarê bi Ocalan re hevdîtina yekê kiribû.

Ocalan di wê hevdîtinê de bi rêka şandeyê gotibû ku ew dikare hin gavên pozîtîf biavêje.

Çaverêye şandeya şandeya DEM Partî di rojên pêş de bi Ocalan re careke din bicive.

XS
SM
MD
LG