Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Sêşemê got ku ew û serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan ne cudabîr in.
Bahçelî di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku ew û Erdogan ser welat, gel û ala welêt wek hevdu difikirin.
Wî got ku peywendîyên wî û Erdogan bê ku berjewendîyek hebe, kûr in.
Serokê MHP’ê 22’ê Cotmehê bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan kiribû dawî li rêxistinê bîne.
Bahçelî gotibû Ocalan dikare vê bangê li parlamana Tirkîyê di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de bike ku vê gotina wî di rojeva Tirkîyê de deng vedabû.
Wî piştre di 5’ê Mijdarê de banga dirêjkirina dema seroktîya Erdogan kiribû.
Bahçelî û Erdogan hefteya borî li Enqerê kom bûbûn.
Jêder: NTV