Bahoza tropîkal ya bi navê Ian doh Çarşemê ji Okyanusa Atlantîk giheşt beravên eyaleta Florîda ya Amerîka ku bû sedema baraneke pir zêde, lêhîyên wêranker û bayê bihêz .
Karbidestên Florîda, ku li başûr rojhilata Amerîkayê dikeve, jiber rûdana bahoza Ian asta rewşa metirsîyê wek kategorîya 4’an dîyar kirin. Ev jî hêz û metirsîya bahozê nîşan dide.
Di roja duyê ya bahoza Ian li Florîda de, îro Pêncşemê nêzî du mîlyon kes bê elektrîk mane û tîmên rizgarkirinê li herêman xebatên alîkarîyê birêve dibin.
Pisporên avûhewayê hişyar kirin ser egera encamên lehîya niha li herêma navendî ya Florîda didome û li bende ye ku wê îro beravên bakur rojhilata eyaletê jî biqewime, berîya ku bahoz ber bi başûrê rojhilata Amerîka ve biçe.
Pisporan herwiha da zanîn ku li bakurê rojhilatê Florîda, li herêmên eyaletên Georgia û Karolînaya Başûr dibe ku 10 heta 20 sentîmetreyan baran bibare ku ew jî dibe sedema lehîyên metirsîdar.
Sazîya Navenda Bahozan ya Neteweyî ya Amerîka îro got ku çaverê ye bahoz Pêncşemê hineke lawaz û qels bibe, lê dibe ku hêza Ian dîsa bilind be dema ku sibe Înê nêzî eyaleta Karolînaya Başûr bibe.
Li herêmên ku niha bahoza Ian berdewam dike, hêza ba herî zêde bi qasî 100 km di yek saetê de pêk tê.
Karbidestên rewşa awarte yên Florîda îro ragihandin ku tîm, di nav de yên bejahî, deryayî û hewayî xebatên rizgarkirin û alîkarîyê didominîn.
Ofîsa serekê polîsê bajarê Collier got ku wan roja Çarşemê herî kêm 30 erkên rizgarkirinê pêk anîn û hişyarî da niştecihan ku dibe îro ew dest bi nirxandina ziyanên jiber bahozê bikin.
Bajarê Collier yek ji wan çend herêman e qedexeya derketina derve danê şevê li wan hatîye ragihandin.
Qesra Spî roja Pêncşemê dîyar kir ku Serok Joe Biden jibo bahoza Ian ya li Florîda biryareke karesatê pejirandiye.
Biryara Biden rê li ber alîkarîya federal vedike bo piştgirîya mirovan û çêkirina xanîyan, deynên bomalên bêbîm yên xirabûyî û mijarên din yên alîkarîyê.
Hikûmetên eyaletan û şaredarîyên herêmî jî dikarin bo çekirina binesazîyê serî li alîkarîya federal bidin.
Li Florîda zêdetirî du mîlyon kes berîya destpîka bahoza Ian ji malên xwe hatin derxistin û hatin şandin cîhên ewletir.
Bahoza Ian berê li rojavayê Kuba destpê kir, du kes mirin û tevahîya giravê bê elektrîk ma, piştî ku tora wê ya elektrîkê ya kevnar derengîya Sêşemê hilweşîya, ya ku di nav qeyraneke aborî ya dijwar de hewl dide ku bixebite.
Ian li seranserê eyaleta Pinar del Rio ya Kuba şopek wêrankirinê li dû xwe hişt Ew jî herêma serekî ya çandina tutinê ye.
Li Pinar del Rio jiber daketina daran, hilweşîna xetên elektrîkê, xanî û avahîyan zarareke pir mezin ya wêranker derket hole.
Karbidestên Kuba ragihandin ku nêzî 40 hezar kes ji herêmên nizim yên Pinar del Rio hatine derxistin.