Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banga Bahçelî Bo Ocalan û 'Mafê Hêvîyê' di Rojeva Siyasî ya Tirkîyê de


Serokê MHP Devlet Bahçelî û Serokê CHP Ozgur Ozel
Serokê MHP Devlet Bahçelî û Serokê CHP Ozgur Ozel

Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî di civîna koma partîya xwe ya roja Sêşemê de axivî û got, “”Heke tecrîda li ser serokê rêxistina terorê rabe, divê ew were û li meclîsê di civîna gruba DEM Partî’yê biaxive û bila bang bike ku teror bi tevahî qedîyaye û rêxistin ji holê hatîye rakirin.”

Bahçelî, di van gotinên xwe de yekser bangî Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan dike û jê dixwaze ku bila di meclîsa Tirkîyê de di gruba DEM Partî de bangî Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) bike û ji wan daxwaza danîna çekan bike.

Bahçelî, ji bo ku Ocalan derkeve daxwaza birêkûpêkirina qanûnî jî anî ziman û “mafê hêvîyê” jî pêşnîyar kir.

“Mafê Hêvîyê” çî ye?

Hiqûqnas Pinar Hacibektaşoglu, naveroka “mafê hêviyê” di warê hiqûqê de çî ye ji Dengê Amerîkayê re nirxand û got:

“Mafê hêvîyê di qanûnê cezakirinê de heye. Kî dibe bila bibe, çi suc kirîye bila bike ev maf hêvî dide kesên girtî ku ewê rojeke derkeve der. Lê ana ev maf ji bo sucên terorê derfet nade. Ji bo vî jî pêwîste ku ev qanûn di meclîsê de were dayîn û sucê terorê jî têkeve nav mafê hêvîyê. Heke tiştekî wiha were çêkirin wê gavê jî pêkane ku Ocalan bikaribe derkeve.”

Ev gotinên Bahçelî, li Tirkîyê wek daxûyanîyeke suprayz û balkêş hate şîrovekirin û di rojeva Tirkîyê de her tişt wergerand ser xwe.

Medyaya Tirkîyê babetên heyî tevahî rawestandin û hemû şîrove li ser gotinên Bahçelî hatin kirin. Piranîya beşdarvanên bernameyan ev gotinên Bahçelî wek suprîz û gotinek dîrokî ravekirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî daxûyanîyên Bahçelî got, “Em hêvî dikin ku her kes zanibe ku di pêşeroja Tirkîyeyê de cihê terokê nîne. Em dixwazin ku ev pencereya dîrokî ya ku hatiye vekirin nebe qurbana çavbirçîtiyê. Em dixwazin bi hev re Tirkîyeyeke bê teror ava bikin.”

Ji alîyê di ve Hevseroka Giştî Ya Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di gruba DEM Partî bersîva Dewlet Bahçelî da û got, “Muxatabê aşitîyê Abdullah Ocalan e. Riya çareseriyê Meclîsa Tirkîyê ye. Divê pêşî hemû tecrîd bê rakirin û Ocalan qise bike ku em jî bizanibin ew çi dibêje.”

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî di gruba CHP’ê de bangî Dewlet Bahçelî kir û got:

“Birêz Dewlet Bahçelî, ez destê xwe bilind dikim. Ez dewletekê jî pêşkêşî Kurdan dikim. Ez ji Kurdên ku hîs nakin ku bi giştî aîdê dewletê ne, pêşniyar dikim ku bibin xwediyê Komara Tirkîyeyê. Werin em welatekî wisa ava bikin ku hemû kanalên sîyasî yên demokratîk vekirî bin.”

Banga Bahcelî ya Jibo Ocalan di Rojeva Siyasî ya Tirkiyê de.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00
XS
SM
MD
LG