Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahçelî Careke Din Banga Hevdîtina Ocalan û DEM Partî Kir


Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de ser danûstandinên Tirkan û Kurdan axifî.

Bahçelî ser civîna şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, banga hevdîtina duyê kir.

‘’Piştî hevdîtina duyê ya şandeya DEM Partî û Îmraliyê divê bê şert û merc were ragihandin ku dawî li rêxistina PKK’ê hatiye, bi terorê ti encam bi dest nakeve û deftera xwînî ya bi bedelên giran hatiye girtin.’’

Wî dîyar kir ku divê çekdarên PKK’ê yan çekên xwe binax bikin yan jî tevî wan xwe radest bikin.

Bahçelî got ew bi awayekî eşkere dibêjin ku bi rêxistinên terorê re bazar û danûstandin nabe, lê bi tenê têkoşîn dibe.

Serokê MHP’ê, ku hevbendê pêş yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê ye, dawîya sala borî berê bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike û dûre jî banga hevdîtina şandeya DEM Partî û Ocalan kiribû.

Şandeya DEM Partî bi destûra Wezareta Dadê 28’ê Berfanbarê bi Ocalan re kom bûbû.

Ocalan bi rêka şandeyê ragihandibû ku ew dikare jibo ‘’paradîgmaya nû’’ hin gavên pozîtîf biavêje.

Di rojên borî de şandeya DEM Partî bi partîyên sîyasî yên parlamana Tirkîyê re kom bû û danûstandin kirin.

Çaverê ye DEM Partî piştî hevdîtina duyê ya bi Ocalan re daxuyanîyeke berfireh biweşîne.

Hin jêderên AKP’ê dibêjin ku PKK wê li ser banga Ocalan berî Newrozê, ku di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin, çekan berde.

Jêder: NTV, Artı Gerçek, Ajansa Welat

XS
SM
MD
LG