Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ser banga jibo Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) got ku ew berevanîya hemî kiryar û gotinên xwe dike.
Bahçelî dîyar kir ku ew bê ku gotinên xwe biguherînin berevanîyê yekîtî û biratîyê dikin.
‘’Em jibo hilbijartinên pêş ne, lê jibo nifşên siberojê hesaban dikin. Bila nevîyên me heman felaketê nebînin. Qedandina terorê armanca neteweyî ye.’’
Wî got ku ew niha li ser rêjeya dengan nafikirin, lê ew bi Kurdan re li hev tên.
Bahçelî 22’yê Cotmehê bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de banga pûçkirina PKK’ê bike.
Bi berdewamî, serokê MHP’ê dîyar kir ku gava çek hebin ewê sîyaset nebe û got ku li cîhên îxanet çêdibin demokrasî pêşve naçe.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de ser gotinên Bahçelî gotibû ku ew bi awayekî wêrek û dîrokî axifîye.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî ser banga Bahçelî gotibû ku jibo wan girîng e.
Bakirhan dîyar kiribû ku her çiqas ew û Bahçelî û partîya wî ser çareserkirina pirsa Kurdî dûrî hevdu ne, gaveke girîng e ku ew ser muxabatabîyê Ocalan nîşan dide.
Jêder: Gazete Duvar, VOA