Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baerbock Ser Gurbûna Girjîya Tirkîye û Kurdên Sûrîyê Careke Din Hişyarî Dide 


Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock ser gurbûna girjîya Tirkîye û Kurdên Sûrîyê hişyarî da.

Baerbock got ku ger bi Kurdan re pevçûn çêbe ewê kêrî Dewleta Îslamî (DAIŞ) were û dîyar kir ku bi wê rewşê re wê jibo Sûrîye, Tirkîye û Ewrupa metirsîyên ewlekarîyê çêbin.

‘’Bêguman berjewendîyên ewlekarîyê yên Tirkîyê hene û ew rêwa ne. Wek her dewletê Tirkîye jî dixwaze xwe ji terorîzmê xelas ke. Lê nabe ku ev rewş jibo sirgûnkirina Kurdan û jinûve çêbûna tundîyê were karanîn.’’

Wê dîyar kir ku civaka navneteweyî jibo jinûve tundî çênebe û hêzên nû yên tundrê çênebin berpirs e.

Baerbock êrîşên DAIŞ’ê yên dijî Kurdan bi bîr xist û got ku Kobanê sembola wê têkoşîna wêrek e ku Kurdan dijî DAIŞ’ê meşandiye.

Li Sûrîyê piştî ketina rejîma Beşar Esad, Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê ya bi piştgirîya Tirkîyê, Tilrifat û Minbic xistibûn bin kontrola xwe ku ew berê di destê Kurdan de bûn.

Kurdên Sûrîyê dibêjin ku Tirkîye û Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê hazirîyê dikin ku operasyonan bibin ser Kobanê.

Serfermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî di rojên borî de got ku ger ew bi Tirkîyê re agirbesteke tam çêkin ewê şervanên Kurd yên ji derveyî Sûrîyê jibo piştgirîyê hatin welêt vegerin warên xwe.

Abdî bi wan gotinan cara pêşî pişrast kir ku li Sûrîyê şervanên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) hene ku Enqere wê wek rêxistineke terorê dibîne û dibêje Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSD’ê dike, baskê wê yê li Sûrîyê ye.

HSD li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevbenda serekî ya Amerîka ye û Washington dibêje ewê piştgirîya jibo wan hêzan bidomîne.

Jêder: DW, AFP, VOA

XS
SM
MD
LG