Êzdiyan rêz û hurmet li rêberê olî Babeşêx digirt û sê rojan behiya wî gêran. Babeşêx, ku navê wî Şêx Xerto Şêx Hacî bû 25 salan rêberatiya olî ya Êzdiyan kir kû xwedî biryarên herî giring û karîger bû, bi taybetî piştî fermana bi serê wan hatî bi destê komela Dewleta Îslamî DAIŞ da.
Îdo Babeşêx, birayê Babeşêxê wexerkirî û endamê berê yê perlemanê Herêma Kurdistana Îraqê gote Dengê Amerîka kû di salên rêberatîkirinê da wî sedan pirsên olî û civakî yên Êzdî û cîranên wan aştîyane çareser kirine.