Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arif Hîto: Rêjeya Bêkarîyê li Herêma Kurdistanê 11% Ye


Dr. Arif Hîto
Dr. Arif Hîto

Rêveberê giştî yê wezareta Karûbarên Komelayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Arif Hito dibêje, rêjeya bêkarîyê li herêma Kurdistanê "li gor datayên wezareta Pilan Danaê di navbera 9 û 11% da ye, ev rêje sala 2017ê nêzîkî 15% bû". Hîto herwiha dide zanîn ku rêveberîya wan navendên bikar xistina bêkaran li parêzgeha Duhok, Hewlêr, Silêman, û herêmên Soran, Germîyan û Zaxo dane ava kirin, her kesê bêkar be, dikare bihê wan navendan û navê xwe binvîse û formek heye pir dike.

Arif Hîto dibêje, karmendên biyanî ewên têne herêma Kurdistanê û kar dikin, di wê rewşê dane ku xelkê Kurd ne amdeye wî karî bike, weke karên paqij kirinê, yên jîngeh û karê xizmet kirina nav malan.

Hîto derbarê pilana wezareta wan bo dîtina delîvên kar bo xurtan dibêje, ji derveyî ava kirina 6 senterên taybet bo dîtina karî bo bêkaran, wan malpera Oline jî ku portal elektronî ye xistine di xizmetê da, genc dikarin serdana malperê bikin û ji karên heyî û berdrest agihdar bibin û fêr bibin, ku ew bi xwe karî bibînin.

Derabrê projeyên biçûk Hîto dibêje, ji sala 2015an wan dest bi dana qerzan kir bû bo projeyên biçûk bo keç û xurtan û zêdetirî 8 hezar qerz dabûn gencan, lê ji sedema kirîza aborî, dana qerzan niha rawestiya ye.

Raporta Ahmed Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00


XS
SM
MD
LG