Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Hejmara Qurbanîyên Aşûtê Derket 38 Kesan


Aşûta Befrê li Wanê
Aşûta Befrê li Wanê

Li ser rêka Xirapetê ya di navbera bajarokên Şax (Çatak) û Miksa (Bahçesaray) Wanê de ji roja Sêşemê vir vê du aşût pek hatin û di encama de hejmara qurbanîyan gihiştê 38 kesan.

Piştî aşûta despêke, li herêmê nêzî 300 karmendên hewarçûyînê jibo 2 kesên din ên di bin berfê de rizgar bikin xebat dane destpê kirin. Vê demê aşûteke din a mezin rû da û ji tîma hewarçûyînê herî kêm 50 kes dibin berfê de man.

Ligor daxuyanîya Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Sileyman Soylu, di encama aşûta duyan de heya niha 33 kesan canê xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar hatinê rizgarkirin. Herwiha Soylu got, ku 3 kes niha dibin berfê de mane, lê jiber rewşa hewayê xerab, wan navber daye xebatên rizgar kirinê, û piştî rewşa hewayî baş dibe, ew dê çardin dest bi xebatên rizgar kirinê bikin.

Tevî agahîyên Wezîr Soylu, ligel 5 kesên ku di aşûta despêke de jîyana xwe ji dest dabûn, hejmara qurbanîyên aşûtê di nava du rojan de gihişte herî kêm 38 kesan.

Raporta Arif Aslan - Wan 05 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00


XS
SM
MD
LG