Roja 3’yê Gulanê li cîhanê wek Roja Azadîya Ragihandinê tê pîroz kirin.
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Berfanbara 1993’an de biryar da ku wê rojê wek Roja Azadîya Ragihandinê bipejirîne.
Di Roja Azadîya Ragihandinê de, programên taybet yên wek panel, semîner, workşop ji alîyê berevankarên azadîya ragihandinê tên darxistin û girîngîya azadîya medya tê bîrxistin.
Rêxistinên azadîya medyayê bal dikşînîn ku mixabin di salên dawî de rewşa azadîya ragihandinê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û astengîyên pêş rojnamegeran zêde dibin.
Li Tirkîyê jî rojnamevan di bin şertên pir dijwar de dixebitin û dibin armanca cezayên giran yên desthilatdaran.
Li gor Sendîkaya Rojnemevanên Tirkîyê (TGS) vê gavê 142 rojnamevan û xebatkarên medyayê li zindanan girtî ne.
Lê, Platforma Hevgirtina bi Rojnamevanên Girtî re (TGDP) dide zanîn ku, li gor pêzanînên herî dawî yên 25'ê Nîsanê, hejmara rojnamevan û medyakarên girtî û hikûmxwarîyên li girtîgehê ne, 208 e.
Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ya bingeh li Parîsê, di raporta xwe ya Endeksa Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê ya 2019’an, Tirkîye di sala çûyî de, di nav hemî 180 dewletên cîhanê de di rêza 157'an de cîh digire.
RSF bal dikşîne ku li Tirkîyê rojname, radyo û televîzyonên serbixwe hema hema namane û mezintirîn gruba medyayê ji kompanêyeke nêzî hikûmetê re hatiye firotin. “
“Ser çend dezgehên medyayê ku weşanên rikeberî dikin, zext û givaştin zêde bûne. Tirkîye, ku dewleta herî zêde rojnamevanên profosyonel dixe zindanan, bi rêka binçavkirin û girtinan armanc dike ku karê rojnamegerî asteng bike.”
RSF bal dikşîne ku êdî bûye rêbazeke normal ku berî dadgehkirin destpê bike, rojnamevan pirtir ji salakê li zindanan têne girtin û niha jî bi dehan kes li girtîgehan, li benda darizandinê ne.
RSF dide zanîn ku nûnerê wê yê Tirkîyê Erol Onderoğlu, jibo ku beşdarî rûniştina doza rojnameya Kurdan, Ozgur Gundemê ku hatibû daxistin, bi "propogandaya terorê" tê tawanbar kirin û bi hezaran hemwelatî jî jiber ku ser medya civakî nivîsek yan nûçeyek ecibandine, bi giranî tên ceza kirin.
Rêxistina Mala Azadî anku Freedom House ku bingeha wê li Washingtonê ye, jî Tirkîyê di sala 2019’an de, bi 32 poîntan wek “welatê neazad” bi nav dike ku Tirkîye sala borî jî di heman kategorîyê de bû.
Freedom House bal dikşîne ku rewişa Tirkîyê li gor sala berê, hîn xirabtir bûye.
Di “Raporta Azadîyên Cîhanê”ya Mala Azadî de, ji 195 dewletên dinê, 86 wek welatên azad, 59 “hinek azad' û 50 jî wek 'neazad' hatin nav kirin.
Raport bal dikşîne ku di nav du salên borî de welêt bi Rewşa Awarte hate rêvebirin û gelek sazîyên dewletê hatin guherin û bi dehan rojnamevan, akademîsyen û sivîl, bê sedemên rêwa hatine desteser kirin û girtin.
Rewşa rojnamegerîya li Tirkîyê bandoreke neyênî li Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka jî kir jiber ku hevkara me ya li wî welatî, Ozgur Gun TV hate daxistin.
Gun TV, ku me bernameya taybet Kurdvîzyon ji wê re amade dikir, bi Qanûna Desthilata Qanûnê (KHK) ya piştî hewila derbeya leşkerî hate girtin.
Dû re, Platforma 1HaberVar ku şûna wê hatibû vekirin jî, bi heman sedeman dawî li weşana xwe anî.
Dîsa, hember nûçegîhana me ya Amedê Xecîcan Farqîn dozek hatiye vekirin ku rûniştinên wê dozê hîn berdewam dikin.
Di nav vê hefteyê de Dengê Amerîka, BBC, DW û France 24 dest bi projeyeke hevbeş kir û jibo Tirkîyê kanaleke YouTube ya taybet vekir ku valahîya wergirtina nûçeyên rastîn û bêalî tijî bikin.
Cîgirê Beşa Weşanên Asyaya Baûşr û Navendî ya Dengê Amerîka Eric Phillips dibêje ku bi vekirina vê kanala bi navê ‘+90’ armanca wan gîhandina xwendevan û temaşevanên genc û karîger e.
”Emê ligel hevkarên xwe ser mijarên sîyasî, zanistî, civakî û çandî, gelek naverokên rengûreng biafrînin. Em ji karîeneran dixwazin ku li binê vîdyoyan şîroveyên xwe binivîsin û me ji nêrîn, rexne û pêşnîyarên xwe agahdar bikin.
Dîsa, weşangera dewleta Alman DW jî bi heman armancê, biryara vekirina bîroyeke nû li Tirkîyê da.
Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka jî di salên dawî de girîngîyeke taybet dide Kurdên Tirkîyê û hewil dide ku cîhê dezgehên qedexekirî dagire.
Loma li bajarê Wanê ya li rojhilata Tirkîyê û li paytext Enqerê du nûçegîhanên nû tev li malbata Dengê Amerîka bûn ku dengê temaşevan, xwendevan û guhdarên me yên li wî welatî bigehînin pirtir kesan.