Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, piştî operasyoneke hevbeş ya MÎT û Emnîyeta Stenbolê, bi tawana ‘endamtîya rêxistina terorê’ hate girtin.
Dîmenên dema desteserkirina Guzel li ser ajansa Anadalu belav bû ku di wir de xuya dike desten wê paş de kelepcekirî ne û bi polîs porê wê dikşînin.
Komela Mafê Mirovan ya Amedê (ÎHD) li dijî helwest û reftera xirab ya polîsan, berpirsan gilîyê dozgerîya Amedê kir.
‘’Guzel hîn jî parlamenter e û şêwaza desteserkirina wê, helwesta polîsan û dimenên belavkirî di rengê provakasyonê de ne û di nav gel de kîn û nefretê belav dike,’’ ÎHD got.
Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) û parlamentera Amedê Salîha Aydenîz girtina Guzel jibo Dengê Amerîka nîrxand û got ku helwesta dijî wê nîşaneya dijmintîya gele Kurd e.
Hêjayî gotinê ye ku parlamena Tirkîyê di 1’ê Tebaxê de dosyeya rakirina parêzbendîya Aydenîz jî anîbû rojevê û li ber e di demeke nêzîk de biryara derheqa wê jî eşkere be.
Derheqa Aydenîz de ji tawana endamtîya rêxistina terorê, ji êrîşa polîsan, beşdarîya çalakîyên dijî qanûnê, heta niha 76 fezleke hatine amade kirin.
Metirsîya rakirina parêzbendîya Aydenîz jî heye, lê wê nexwest rasterast behsa rewşa parêzbendîya xwe metirsîya li pêş xwe bike.
Wê got helwesta jibo rakirina parêzbendîya jî ji muameleya bi Guzel re ne ne cuda ye.
Hêjayî bîrxistinê ye di hilbijartina 2018’an de HDP li Amedê 9 parlamenteran derxist. Lê, Selçuk Mizrakli jibo ku bibe şaredarê Amedê ji parlamenterîyê îstfia kiribû, paşê qayum li cîyê wî hatibû danîn û ew jî hatibû girtin.
Musa Farîsogulları jî piştî cezayê wî yê ji doza KCK’ê li Dadgeha Bilind hate erê kirin, du sal berê parlamenterîya wî jî hate betal kirin.
Niha tevî Îmam Taşçier, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Dersîm Dag, Remzîye Tosun tenê 5 parlamenterên HDP’ê li Amedê mane.