Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîy îro Pêncşemê biryara blokkirina alîkarîya diravî ya ji Xezîneyê rakir.
Biryar bi piranîya dengan hate girin û li gor vê biryarê HDP'ê wê bikaribe ju Xezîneya Dewleta Tirkîyê alîkarî bigire.
Dadgeha Qanûna Bingehîn îro zûtir herwiha biryar dabû ku berevanîya devkî ya HDP'ê mehekê paş bixe û di 11'ê Nîsanê de guhdarîya berevanîyê bike.
HDP'ê ji dadgehê xwestibû ku berevanîya wê ya devkî jibo sê mehan paş bixe, lê dadgehê bi sedema erdhejên Mereşê û ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) meheke din dem dabû HDP'ê.
Dadgeha bilind berê biryar dabû ku HDP di 14ê Adarê de bergirîya xwe ya devkî pêşkêş bike.