Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zubeyîr Aydar: Erdogan Û Hevalên Wî Zemîna Darbeyê Amadekirin


Zubeyîr Aydar endamê Konseya birêvebir yê Koma Civakên Kurdistan(KCK).
Zubeyîr Aydar endamê Konseya birêvebir yê Koma Civakên Kurdistan(KCK).

Şeva 15î Tîrmehê hewildana darbeya leşkerî li tirkiyê hate dan, lê di encam de, darbe biser neket, hikûmeta tirkiyê û serokomarê dewletê Recep Tayib Erdogan daxwaza cezayên giran jibo wan kesan dixwazin yên ku destê wan li gel darbeyê hebûye.

Piştî darbe biser neket, bi dehan Jeneralên leşkerî, bi sedan efser û bi hezaran karmend hatine girtin, dewlet daxwaza cezayên giran jibo wan dike.

"Zemîna darbeyê ji aliyê serokomar Erdogan û hevalên wî de hatiye amadkirin".

Zubeyîr Aydar endamê konseya birêvebir yê Koma Civakên Kurdistan (KCK)ê, di hevpeyvîna li gel pişka kurdî ya Dengê Amerîka de, derbarê darbeya leşkerî li tirkiyê dide xuyakirin ku, zemîna darbeyê ji aliyê serokomar Erdogan û hevalên wî de hatiye amadkirin. Û tevgera kurd li dij darbeyê ye.

Birêz Aydar dide zanîn ku, di encama girtin û binçavkirina ewqas kesan ji aliyê dewletê de ku weke tawanbar û beşdêr darbeyê hatine irtin û dewlet bi horgilî dizane kî beşdare kî ne, ew çawan nizane kanê dê darbe pêkbihata yan na? Aydar weha dibîne ku haya dewletê û MIT ê, ji darbeyê hebû lê darbe di kontrola dewletê de bû.

Di beşekî axiftinên xwe de birêz Zubyîr Aydar dibêje dîtinên serokê PKK A.Ocalan derheqa pêkhatina darbeyeke weha de li tirkiyê hebû, Ocalan di dema şandên dialogê de hertim name ji dewletê re di şandin û hişyariya qewimîna darbeyeke leşkerî dida Erdogan û hikûmeta AKP ê.

"Zubeyîr Aydar dibêje, Eger ji encama hilbijartinên par 7î hezîranê de Erdogan şer li dij kurdan ne dabaye destpêkirin, darbeya leşkerî pêk ne dihat. ev rewş peyda ne dibû".

Weke birêz Aydar dibêje" analîzên Serokê PKK yê girtî li tirkiyê di kûr in, wî pêşwext ev didî, herweha wî beriya 7 salan her tim di gote me haya we ji Şengalê hebe, Şengal di tehlokê de ye, lê piştî 7 slaan me hemûyan dî kanê çi hat sere Şengalê"

Derheqa pirsa hêviyên aştiyê li tirkiyê piştî darbeya leşkerî birêz Zubeyîr Aydar dibêje"Eger di hilbijartinên sala par yên 7î Hezîranê de, Erdogan biryara şerê li dij kurdan negirtbaye, pêvajoya aştiyê berdewam bibaye, darbe pêk nedihat û ev rewşa xerab ya niha heyî li tirkiyê ne di qwimî.

Zubyîr Aydar Endamê KCK
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:17 0:00

XS
SM
MD
LG