Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ser Naveroka Mijareke Medya Civakî Gazî Balyozê Australya Dike


Alayê Australya li Sydney
Alayê Australya li Sydney

Reuters li gor ajansa nûçeyan ya nîv-fermî ILNA ragihand ku li gor Komara Îslamî ya Îranê "Nirxên Civakî" hatine binpêkirin gazî balyozê Australya yê Tehran hatîye kirin, jiber ku di platforma Instagramî ya balyozxaneya Australya mijara ku teşwîqa regezbaziy "homoseksuelî," weşandî ye.

Hesaba fermî yê Instagrama balyozxaneyê di postekê xwe de raginad bû ku "Binefşî li xwe bikin," û ahengê bigêrin û pêgirî bikin, nivîsand bû.

Herwiha hatbû nivîsandin ku "Bi taybet xortên civaka LGBTQ+, ji ber vê yekê werin em hemî bi hev re bixebitin, piştgirî bidin cûdahiyan, ji bo pêşerojek geştir û berfirehtir."

ILNA ji zarê Balyozê Avusturalya Ian McConville ve got ku wî gotiye wan bêrêzî li civaka Îranê û nirxên wan nekirîye, û behsa Komara Îslamî jî nehatiye kirin.
Ew post li ser hesaba Instagrama balyozxaneyê heyee.

Di sala 2022 de, Rêberê Bilind yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî
homoseksuelî ku di şaristaniya Rojava de belav bûye, wekî beşek ji "xirabkariya exlaqî" binav kirbû.

Komên mafên mirovan yên welatên rojavayî gelek caran melayên Îranê tawanbar dikin jiber sînordarkirina azadiyên civakî û zayendî, regezbazî li Îranê derqanûnî ye û dikare tawanbar bi îdamê were cezakirin.

Tehran jî dibêje ew rexneyên bê bingeh û nerast in, jiber ku wan agahî ser qanûnên Komara Îslamî nînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG