Berpirsê saxlemiya Australya Brendan Murphy got welatê wî li cihekî baş e di şerê vîrusa koronayê de.
Murphy got:
“Di vê gavê de, ez naxwazim li ti cihekî din ê dunyayê bim ji bilî Australyayê.”
Li Australya ta niha 6,289 keysên korona hene û 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Murphy got di civakê de xelk hîn vîrusê vediguhêzin û “pêwîste em fişara xwe berdewam bikim, da em nebim wek hin welatên ku em hemî di nûçeyan de dibînin.”
Wî got welatê wî di vî şerî de li cihekî baş e lê divê ew wî cihî biparêzin.
Jêder:AP