Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin dibêje Amerîka Amade ye Zêdetir Alîkarîya Leşkerî Bişîne Îsraîlê


Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin û hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re, Tel Aviv, 13 Cotmeh,2023
Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin û hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re, Tel Aviv, 13 Cotmeh,2023

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin îroja Înê ragihand ku Pentagon amade ye ku zêdetir alîkarîyên leşkerî ji Îsraîlê re bişîne.

Austin, ku bo nîşandana piştgirîya leşkerîya Amerîka serdana Îsraîlê dike, bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re, di preskonferansa hevpar de li Tel Aviv axifî.

Wî got ku ew cebilxane, kanînên berevanîya esmanî, alav û çavkanîyên din bi rengekî lezginî ji hevalbenda herî nêz re dişînin.

"Keştîya şerker USS Gerald R. Ford niha li herêmê ye ku ji hêla mezintirîn keştîya firokhilgir ya cîhanê ve tê pêşeng kirin. Me firokên şer yên Amerîkî jî li Rojhilata Navîn zêde kirin."

Austin herwiha Hamas bi rexistina çekdar Dewleta Îslamî (DAIŞ ) re, da berhev û got ku çekdarên Hamasê di êrîşên xwe yên hovane yên ser li Îsraîlê jin, zarok û pîr kuştin.

Wî anî ziman ku çekdarên Hamasê xirabîya cîhadîyên DAIŞ’ê gihandine astek din.

Wezîrê Amerîkî herwiha dîyar kir ku ew dem dema "çareserîyê" ye û ne dema"tolhildanê" ye.

Îsraîl, piştî ku koma çekdar ya Hamasê di 7’ê Cotmehê de, li başûrê Îsraîlê êrîşeke bêmînak û wêranker pêk anî, Îsraîlê dest bi bombebarana xwe ya herî giran ya ser Gazayê kir.

Li bende ye ku bersîva Îsraîlê ya ku bi avêtina zêdetirî şeş hezar bombeyan li ser Gazayê, tundtir bibe, jiber ku ew hizra êrîşek bejayî jî dike.

Amerîka û hevalbendên din yên Rojavayî bo Îsraîlê piştgirîyê radigihînên dema ku rêberên Îsraîlî dibêjin wê şerek dirêj be.

Piştî Wezîrê Derve Antony Blinken, Austin karbidestê payebilind dûyê yê Amerîkî ye ku Serok Joe Biden di du rojan de bo piştgirîyê şandiye Îsraîlê

XS
SM
MD
LG