Rêxistina Amerîkî 'Hostage Aid Worldwide' roja Sêşemê got ku ew bawer dike ku rojnamevan Austin Tice, ku di sala 2012an de li Sûrîyê wenda bûye, hîn sax e, tevî ku hêjî agahiyên berbiçav li ser cihê wî nînin.
Rêxistin dibêje, "Ew herî kêm heta Çileya 2024an sax bû" û dide zanîn," ku rejîma Serokê berê Beşar el-Esed, ew weke rehîne girt ji ber tirsa çarenivîseke mîna ya ku li hember rêberê berê yê Lîbyayê Muamer Qezafî pêkhatî."
Rêxistina Amerîkî di preskonferansekê de ku li paytexta Sûriyê Şamê hate lidarxistin, diyar kir ku rêjîma Esed "hinek zindan bi rojan berî ketinê vala kirbûn", û tekez kir ku "baweriya wê bi gelê Sûriyê heye ku alîkariyê bikin jibo bigihîne Tice".
Wê da zanîn ku baweriyeke cidî heye ku serokê rejîma Sûriyê ya berê, "Tîce rehîne girtibû, piştî tiştê ku bi serkirdeyê Lîbya Qezafî qewimî, ji tirsa li ser xwe", ew weke rehîne hatiye girtin û got "Ji ber vê yekê, em bawer nakin ku wî teslîmî welatekî din kir be.”
Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir ku navên hin kesayetiyên berpirsên revandina rojnamevanê Amerîkî dane rêxistinên mafên mirovan.
"Daneyên me hene ku Austin heya Çile 2024 sax e, dîsan serokê Amerîka di Tebaxê de gotbû ku ew sax e, û em piştrast in ku ew îro sax e," berprisê Hostage Aid Worldwide Nizar Zakka got.
Rêxistinê herwiha got ku ew bawer dike ku metranê Sûrî-Amerîkî Yohanna Ibrahîm, ku ji sala 2013an ve li Sûrîyê wenda bûye, ji alîyê desthilatê ve di bin serokatiya Beşar el-Esed de hatiye girtin.