Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Înê bang li Îsraîlê kir ku parastina hêzên UNIFIL yên li Lubnanê bike.
Austin li ser platforma X ragihand ku ew bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re ser êrîşên dijî hêzên UNIFIL’ê axifîye.
Wî dîyar kir ku wî di danûstandinê de dîyar kir ku divê Îsraîl berevanîya hêzên UNIFIL bike.
Austin bi berdewamî got ku ew dixwazin ku operasyonên li herêmê veguherin danûstandinên dîplomatîk û hewildanên nû çêbin.
Jêderên UNIFIL’ê dibêjin Îsraîl sê roj in li ser hev êrîşan dibin ser navendên wê û du leşkerên wê di wan êrîşan de birîndar bûne.
Fransa ser êrîşên dijî navendên UNIFIL’ê balyozê Îsraîlê vexwend.
Wezareta Derve ya Fransa got ku divê karbidestên Îsraîlê vê rewşê îfade bikin.
Jêder: AFP