Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Wê Hin Hemwelatîyên Xwe ji Sûrîyê Derxîne


Li kampa Roj ya li bakur û rojhilata Sûrîyê 12 malbatên DAIŞê yên hemwelatîyên Australyayê hene. Hikûmeta Australî biryar da ku di nava vê mehê de wan 12 malbatên ku jin û zarokan pêk tên, ji kampê derxîne.

Australya wê wan hemwelatîyên xwe veguhezîne welatekî mêvandar, berî ku biryara vegerandina wan ya jibo welêt bide.

Dîsa, li ber e ku di nava vê mehê de Hollanda, Australya û Danîmarka jî wê hemwelatîyên xwe yên ku tevlî nava Daişê bûne û niha li kampa Roj in, vegerînin welatên wan.

Şopîner Sad Delî bawer dike ku wê welatên Rojavayî bi mebesta femkirina asta metirsîya van jinan ya ser civakê pêşî wan dişînin welatekî sisêyan.

“Ew dewlet dixwazin bandora vegerandina wan ya ser civakê bizanin û herwiha dixwazin berîya biryara vegerandina wan rewşa wan kesan ya pîskoljîk fem bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li kampa Roj ji 62 dewletan 727 malbatên DAIŞê dimînin ku bi giştî 2310 kes in û % 68 ji wan zarok in.

ZO_05_10_2022_Australya_DAIŞ
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00
XS
SM
MD
LG