Hevdem ligel şerê Îsraîlê li Gazayê, mîlîşyayên Îranê êrîşên xwe li ser bingehên Koalîsyona Navnetewî li Sûrîye û Îraqê zêde dikin.
Li gor hin çavdêran, çekdarên bi ser Îranê ve zêdeyî 30 caran êrîş li dijî bingehên Koalîsyona Navnetewî û Amerîka pêk anîne.
Sead Delî, çavdarê karûbarên Sûrîyê dibêje heta niha ew êrîş zararên mezin pêkneanîne.
"Îran dixwaze Amerîka bikşîne şerekî li Rojhilata Navîn lê Amerîka vê gavê nake," Delî ji Dengê Amerîka re got.
Lêkoler bawer dikin ku Îranê bi rêka mîlîşyayên xwe bi êrîşan givaştinê li Amerîka dike da ku Îsraîl êrîşên xwe li Gazayê rawestîne.
Lezgîn Îbrahîm, lêkolînerê Navenda Firat ya Lêkolînan li Qamişlo, dibêje ku bandora şerê Îsraîl û Hamasê dê li Sûrîyê berfirehtir bibe.
"Wê êrîşên mîlîşeyên Îranê zêde bibin û bersiva Amerîka jî wê hebe," Îbrahîm da zanîn.
Kurdên Sûrîyê bawer dikin ku bi dirêjbûna şer li Gaza û êrîşên mîlîşyayên Îranê dê bandora şer li Sûrîyê zêde bibe.
Çavdêrê sîyasî Egîd Mişmiş bawer dike ku wê Tirkîyê hewil bide sûdê ji vî şerê bigire.
"Tirkîyê wê hewil bide ku mijûlbûna cîhanê bi Gazayê bi kar bîne û êrîşî Kurdên Sûrîyê bike," wî dîyar kir.
Ji destpêka alozîya di navbera Hemas û Îsraîlê de, cara sêyê ye ku leşkerên Amerîkî li Sûrîyê li dijî armancên "girêdayî" Îranê êrîş pêk anîn.
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin roja Yekşemê di daxuyanîyekê de got ku ev êrîş weke bersivekê li ser êrîşên ku leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn dikin armanc hatin.
Hêzên Amerîkî li Sûrîye û Îraqê ji destpêka alozîya di navbera Hamas û Îsraîlê de rastî bi dehan êrîşan hatine.