Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Gefa Karanîna Hêza Leşkerî li Dijî Kurdan Dike


Serokê Sûrî Beşar Esad hişyarî da Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka ku ewê bê dudilî hêza leşkerî bi kar bîne ku herêmên bin kontrola wê bistîne.

"Tenê pirsgirêka HSD’ê li Sûrîyê maye. Emê bi du bijareyan wê kêşeyê çareser bikin. Bijareya yekê dîyalog e û me derî li pêş danûstandinan vekiriye jiber ku piranîya wna welatê xwe hez dikin û naxwazin bibin lîstokên hêzên derveyî.”

Esad îdia kir ku ger daxwaza wan ya hevre jîyanê pêk neyê, ewê hîngê wan herêmên bin kontrola HSD’ê bi dara zorê rizgar bikin.

"Ev welatê me ye û erka me ye ku em welatê xwe azad bikin. Divê Amerîkî ji Sûrîyê derkevin û rêkeke ji rêkan ewê Sûrîyê biterkînin.”

Kurd li Sûrîyê kêmanîya herî mezin ya nîjadî ne û li bakurê welêt dijîn. Ew herêmên bi petrolê dewlemend li dora Hesekê û Dêrezorê kontrol dikin û daxwaza pirtir mafan dikin.

HSD ku beşa mezin ji YPG’ê pêk tê, di şerê dijî DAIŞ’ê de roleke serekî lîst û ew rêxistina tundrê têk bir.

Koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê piştgirî dide HSD’ê û operasyonên hevbeş li Derêzorê hîn jî didomin.

XS
SM
MD
LG