“Ya girîng jibo me, em vegerin cihûwarê xwe li Efrînê, rejîm vegerî Yekîtîya Erebî yan venegeriya jibo me pir nexem e”, derbidera Efrînî Xedîce Bîlal bi van gotinan berteka xwe derbara asayîkirina peywendîyên Şamê ligel welatên Ereb, nîşan da.
Bîlal ku 42 salî ye û karmend e, ji 5 salan de ji Efrînê piştî êrîşa Tirkî sala 2018an bi neçarî koçber bûye û li penageha Şehba dimîne, ew dibêje ku:
“Dema Tirkîyê Efrîn dagîr kir, helwesta rejîma Sûrî lawaz bû, herwiha welatên Ereb û komkara wan bêdeng bûn û hîn jî bêdeng in, bi ser de jî niha welatên Ereb weke Qeter, Kuweyt û Filîstîn piştgirîyê didin guhertina Demografîk li Efrînê”.
Serokê Sûrî Beşar Esad heftîya borî di civîna lûtkeya Erebî de li Erebistana Saudî beşdar bûbû, piştî ku rejîm dîsa vegeriya şûna xwe di Yekîtîya Erebî de.
Endamtîya rejîma Sûrî di Yekîtîya Erebî de ji dawîya sala 2011an de hatibû rawestandin, herwiha şûna Sûrîyê jibo opozisyonê anku “Hemahengîya Niştîmanî ya Sûrî” hatibû dayîn, berî ku beşdarîya wan jî were rawestandin.
Di vê derbarê de hin çavdêr dîyar dikin ku vegera rejîmê bo Yekîtîya Erebî û asayîkirina peywendîyên wê ligel welatên Ereb, tê wateya qelsbûna rola opozisyona Sûrî, bi taybetî “Hemahengî”, ku wê nerazîbûna xwe ji vê pêvajoyê ragihandibû.
Şîrovekarê siyasî Mustefa Şêx Mislim got ku, opozisyona Sûrî di van salan de tevî hemû alîkarîya ku wergirtiye, nikarîbû xwe weke alternatîv ji rejîmê re nîşan bide.
“Ev opozisyon tenê weke bereyeke dîkor ji komên çekdar re ma, tu hêza wan tune ye ku li ser erdê xwedî rol û biryar be, loma welatên Ereb ew piştguh kir û berê xwe dan rejîmê”, Şêx Mislim dîyar kir.
Ji alîyê xwe ve Hesen Remzî, rêvebirê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) got ku Yekîtîya Erebî ti car çareserî jibo pirsgirêkên navxweyî ji endamên xwe de nedîtîye.
Remzî dîyar kir ku hîn jî piştgirîya navdewletî jibo opozisyonê heye, “Welatên xwedî hêz bi taybetî Amerîka û Yekîtîya Ewropa li ser biryara Konseya Ewlekarîyê (2254) herwiha daxuyanîya Cenîv tekez dikin, ji ber vê helwestê kerta opozisyonê jibo çareserîya sîyasî dê bimîne û li ser masa danûstanê dê hebin”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku encamnameya dawî ya hilcivîna Erebî derbara biryara (2254) de tiştek negotiye, ku girêdayî Sûrîyê encamnameyê pêşwazî li vegera Sûrîyê bo nav Yekîtîya Erebî kiriye ku ev yek bibe delîve jibo aramî û yekparçeya Sûrîyê û derbazkirina alozîya ew tê de.
Herwiha Esed Menan serkirde di Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) de dîyar kir ku şert û mercên ku hiştin Sûrîyê ji Yekîtîya Erebî were dûr xistin hîn jî li dar in, ku vegera rejîmê bi tenê nabe çareserî.
“Divê pabendî bi biryara (2254) were kirin, çimkî bi milyonan kes koçber û derbider in û bi deh hezaran kes di zindanên rejîmê de ne divê serbest werin berdan, tevî mijara nûavakirinê ku gelek dever di şer de wêran bûne”.
Menan herwiha bi bîr xist ku herêmên kontrolkirinê yên cuda li Sûrîyê hene, “Sêyekê cografîya Sûrîyê di destê Rêvebirîya Xweser de ye, herêmên dagîrkirî ji alîyê Tirkîyê ve hene û alozîyên li başûrê Sûrîyê jî, loma jibo çareserîyê divê sîstemeke demokratîk û nenavendî, were ava kirin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku serokê Sûrî Esad di hilcivîna Erebî de êrîşî rola Tirkîyê li Sûrîyê kiribû û gotibû ku ew bi “gefa hizra jinûveanîna Osmanî ya firehxwaz ku bi Îxwanîzimê re aşlekirî ye”, rûbirû ne.
Ev helwesta Esad di demekê de ye ku li kêleka vegera rejîma wî bo nav Yekîtîya Erebî, danûstandinên asayîkirina peywendîyên Şam û Enqereyê bi çavdêrîya Rûsya û Îranê, bi rê ve diçin.
Derbidera Efrînî Xedîce Bîlal piştrast dike ku, “Çi pêvajoya ku dagîrkerîya Tirkîyê ji Efrînê re bi dawî neke û koçber vegerin warê xwe, jibo me bêencam û bêwate ye, ku rejîma Sûrî, Tirkîyê û welatên Ereb jibo berjewendîyên xwe tevdigerin”.