Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand ku serokê Sûriyê Beşar Esed îro Yekşemê lêborîneke giştî û kêmkirina cezayan derxistiye ji bo gunehkariyên ku berî 14 mehê bûne.
Ji destpêkirina kirîza Sûriyê ya sala 2011an ve jimarek lêborînên wiha derketine û ya herî dawî jî sala borî bû.
Li gor vê lêborînê, wê cezayê zîndankirina hetahetayê bikeve cihê cezayê sêdarekirinê û 20 zîndan jî bikeve cihê zîndankirina hetahetayê.
Girtiyên ku nexweşiyên bê derman pê re hene, wek penceşêrê, wê bêne azadkirin.
Ev lêborîn her wiha leşkerên reviyayî jî vedihewîne eger ew di nava 3 mehan xwe radestî rêjîmê bikin ku li hundirê Sûriyê bin û 6 mehan ku li dervyî welêt bin.