Îro Sêşemê Piştî nîvro li gor dema Qamişloyê, Tirmbêlek girêdayê Hêzên Ewlekarîya Navxweyî "Asayîş"ê li girtîgeha Um Fursan teqîya.
Ew gitîgeh ku li Rojhilatê bajêr dikeve, ya girtina demkî ye, û girêdayî dadgehê ye.
Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR) di malpera xwe ya fermî de ragihand ku hevdem ya firîna dronên Tirkiyê li ser bajarê Qamişlo, Tirimbîla berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hindirîn (Asayîş) li nêzîkî zindana gundê Um Ferasan li gundewarê Qamişlo li bakurê Hesekê teqiya. Teqîn bû sedema mirina lîderekî Asayîşê û doman ji cihê peqînê bilind bû.
Nûçegihanê Dengê Amerîka li Qamîşlo dibêje, heya dema amadekirina vê raporê sedema teqînê nehat naskirin, ka êrîşa dronê bû, yan jî bi mayînkê hat teqandin.
Agahîyên destpêkê tekez dikin ku kesek hat kuştin, nasnameya wî heya niha nehat naskirin.
Jêderekî ji Asayîşê ji Dengê Amerîka re got ku lêpirsîn berdewam e, û îro dê di demek nêzîk de bi daxuyanîyekê sedem û encamên teqînê eşkere bikin.
Jêder: VOA/SOHR