Artêşa Ukrayna îro Înê ragihand ku hêzên wê ji Uspenivka û Trudove ya li rojhilata Donetskê vekişîne.
Wê artêşê dîyar kir ku hêzên wan jibo ji alîyê yekîneyên Rûsî neyên dorpêç kirin ji herêmê derketine.
Şerê Rûsya û Ukraya dikeve meha 33’yan û di vê demê de yekîneyên Rûsî pêşve diçin û hêzên Ukraynî jî li ber xwe didin.
Hêzên Khortytsia ya Ukrayna ji Telegramê ragihand ku artêşê jibo hêzên wan neyên dorpêç kirin biryara daye ku ji herêmê vekişe.
Li gor ragihandina ji Telegramê, yekîneyên Ukraynî ji dorpêçkirinê rizgar bûne û ewê operasyonên xwe li herêma Kurakhove - Konstantinopolske bidomîne.
Artêşa Ukrayna di rojên borî de dabû zanîn ku li enîya Kurakhove 18 pevçûn çêbûne û hêzên Rûsî hewil didin ber bi bakurê bajêr ve pêşve herin.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Înê ragihand ku hêzên wê li herêma Donetskê, Uspenivka û Novopustynka sitandine.
Hêzên Rûsî pêr Çarşemê jî Trudove xistibû bin kontrola xwe.
Jêder: Reuters