Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Rêya Lobîkaran Dixwaze Beşdarî Programa Firokên F-35 ya Amerîkî Be


Jetên F-35 yên Amerîkî
Jetên F-35 yên Amerîkî

Belgeyên nû yên Wezareta Dadê ya Amerîka eşkere kir ku peymana lobîyê ya di navbera Arnold & Porter Kaye Scholer û Tirkîyê de jibo salek din hatiye dirêj kirin.

Arnold & Porter Kaye Scholer jbi armanca beşdarbûna Tirkîyê ya bernameya balafirên şer yên F-35'an li Washington xebatên lobîyê dimeşîne.

Peymana bi 1.5 mîlyon dolarî ya Arnold & Porter jibo "şêwirmendîya stratejîk û şêwirmendîya hiqûqî" di 20'ê Îlonê de hate eşkere kirin û ewê heya Tebaxa 2022'an bidome.

Kompanîya hiqûqê ya li Washington, DC peymana xwe li gor Qanûna Qeydkirina Sazîyên Bîyanî ya Federal, bi eşkere radest kir.

Peymana lobîyê pêwîst dike ku Arnold & Porter bi armanca ku Tirkîyê "di nav Bernameya Firokên Şer yên Hevbeş de bimîne" "li ser stratejîyeke şêwirmendiyê' bike.

Hevdem, Arnold & Porter divê di xebatên lobîyê de faktorên jeopolîtîkî û bazirganî yên tevlihev yên di lîstikê de, bide ber çavan û çareser bike."

Arnold & Porter got ku ewê bo ku xwe bigehîne şirîkên bazirganî û alîyên tekildar yên Amerîkî yên di çarçoveya bernameyê de, ku ji wan re berjewendiyên wan yên bi domandina tevlîbûna Tirkîyê ya wek hevalbendek stratejîk û şirîkê hêja, bêje û bide fehm kirin.

Tirkîyê cara yekê di Sibata 2021'an de bi Arnold & Porter re jibo şeş mehan peymaneke îmza kir ku lobîyê bike a ku Tirkîyê jinûve were xistinê bernameya nûjenkirina balafirên şer.

Rêvebirîya Trump beşdarîya Tirkîyê ya bernameyê dabû sekinand û her wiha welêt piştî kirîna sîstema berevanîya mûşekî ya Rûsyayê, di 2019'an de ji hêla wezareta berevanîyê ya Amerîka ve ji bernameyê hatibû derxistin.

Berpirsê pîşesazîya berevanîya Tirkîyê di Adarê de gotibû ku welêt ne mecbûr e ku jinûve beşdarî bernameya jet bibe û wergirtina zararan wek armanca bingehîn destnîşan kiribû.

Raul Herrera yê hevkarê Arnold & Porter Raul Herrera û L. Charles Landgraf, parêzerekî payebilind, roja Çarşemîyê bersîva şîrovekirina peyamê nedan.

Karbidestên Tirkîyê yên ku bi Arnold & Porter re dixebitin jî nehatine giheştin ku şîroveyan bikin.

Hevkarên navneteweyî yên din yên di bernameya F-35'an de Brîtanya û Kanada ne.

Raporeke Ofîsa Hesabdayîna Hikûmeta Amerîka ya di Tîrmehê de hat ragihandin ku bernameya F-35'an "zêdeyî 8 salan dereng maye û niha 165 mîlyar dolar pirtirî di destpêkê de hatibû hesibandin, hatiye xerc kirin."

Di raporê de hat dîyar kirin ku di çarçoveya bernameyê de zêdetirî 600 balafir hatine radestkirinê sazîyên Amerîkî, şirîkên hevalbend û kiryarên biyanî yên leşkerî.

Belgeyên federalî destnîşan dikin ku Arnold & Porter demeke dirêj e bi Tirkîyê re têkilîya lobîyê dimeşîne.

Arnold & Porter demek dirêj e têkiliya lobiyê bi Tirkiyeyê re heye, tomarên federalî destnîşan dikin.

Kompanîyê jibo kiryarên din yên navneteweyî, tevî El Salvador, wezareta darayî ya Îsraîl, wezareta bazirganî ya Koreyê, Arjantîn, Honduras û Venezuela jî, lobî kiriye.

XS
SM
MD
LG