Roja 24 meha Nîsanê sala 1915, tê naskirin bi roja destpêkirina qirkirina Ermeniyan bi destê Osmanliyan. Li wê rojê rayedarên Îmbiratorên Osmenlî bi sedan zana, sîyasetmedar, ronakbîr û kardarên civaka Ermeniyan girtin, windakirin û kuştin. Dipêre wan êrîşî bajar û gûndên Ermeniyan kir heta salên dawiya şerê yekemê cîhanê li1918ê.
Saziyên Ermeniyan dibêjin, milyon û nîv Ermenî bi destê artêşa Osmanlî hatin qirkirin, lê dewleta Tirkiyê dibêje, di wan salan de sedan hezar Ermenî hatin kûştin weka tevaya gelên herêmê û ew ne qirkirina pîlan kirî bû.
Ji hingê were sedan lêkolîn, pertûk, belgefilîm li ser wê qirkirinê derketine, lê dewleta Tirkiyê xwe na de ber barê berpisyariya wê komkujiyê.
Nivîskar û dîroknas Eskerê Boyik gote Dengê Amerîka kû Tirkiyê nikare tim xwe ji berpisyariya qirkirina Ermeniyan rizgar bike. Birêz Boyik got sedemê wê qirkirina hovane ewe bû li wan salan civaka Ermenî gelkê pêşketibû, peywendiyên baş bi Rûsiya re hebûn û karîbûn dengê xwe bigehînin cîhanê.