Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda Dibêjin Pêşveçûna Wan li Helebê Didome, Hikûmet Dibêje Derew E


Ji gundê Ariha dûmanên li dervayê bajarokê Seraqib ya Helebê xwane dibin (28/11/ 2024)
Ji gundê Ariha dûmanên li dervayê bajarokê Seraqib ya Helebê xwane dibin (28/11/ 2024)

Ajansa AP ji zarê jimareke jêderan ragihand ku serhildayên dijî hikûmeta Sûrî piştî peqandina du otombîlên bombebarkirî, îro Înê ketin hindurê bajarê Helebê şikandin û li enîya rojavayî ya bajêr bi hêzên hikûmetê re şer kirin.

AP ji zarê dîdevanan ragihand ku rûniştvanên Helebê jiber muşek û guleyan ji taxên li dawîya bajêr direvin.

Pêşveçûna serhildêran li Helebê piştî êrîşeke nişkeveyî ya roja Çarşemê destpê kir, di vê demê de ku bi hezaran şervan gund û bajarokên gundewarên bakurê rojavayê Sûrîyê dorpêç kirine.

Ev êrîş, piştî sala 2016an ve êrîşa yekê ya hêzên dijî serokê Sûrî Beşar Esad in ku li ser Helebê çêdibin û hîngê hêzên hikûmetê bi alîkarîya Rûsya, Îran û komên bin kontrola wê, komên serhilda ji taxên rojhilatê Helebê derxistbûn.

Êrîşa ser Helebê piştî hefteyekê ji tundûtûjîya asta nizim û êrîşên hikûmetê yên ser deverên bin destê opozîsyonê û tekçûna hewilên Tirkîye yên jibo pêşîgirtina wan êrîşên hikûmetê hat ku wek binpêkirina peymana sala 2019an ya navbera Rûsya, Tirkîye û Îranê dihat dîtin.

AP herwiha dîyar kir ku artêşa Sûrî îro Înê bi daxuyanîyekê de ragihand ku hêzên wê li gundewarên derdora Heleb û Îdlibê bi çekdaran re şer kiirne û firokeyên bêmirov û çekên giran wêran kirine.

Artêşa Sûrî soza şikandina êrîşê da û got ku serhildayan li ser pêşveçûnên xwe agahîyên derewîn belav dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî got ku serhildayan îro Înê du otombîlên bombekirî li rojavayê Helebê peqandin û bajarokê stratîjîk Seraqib ya başûrê Helebê kontrol kirin ku li ser xaçerêya otobanên ku Helebê bi Şamê cîh digire.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG