Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof Caşin: Tirkîyê Di Mijara S-400 de Dê Li Gor Hilbijartinên Amerîka Gavan Bavêje


Prof. Dr. Mesut Hakki Caşin
Prof. Dr. Mesut Hakki Caşin

Tirkiyê bi Rûsyayê re di sala 2017'an de jibo kirîna sistema parastina esmanî S-400'an peymanek îmze kiribû.

Wezareta Berevanîya Tirkiyê 12 Tîrmeh’a 2019'an de li ser Twîtter’ê dîyar kiribû ku radestkirina S-400'an destpê kirîye.

Kirîna sistema parastina esmanî S-400'an, bû sedem ku têkilîyên di navbera Tirkîyê û Amerîka, herwiha Tirkîye û NATO’yê xirabtir bibin.

Girêdayî heman mijarê, ajansa Reuters’ê roja Înê ragihand ku Tirkîye biryara sînordarkirina qadên esmanî û yên deryayî li herêma Derya Reş dabû, ku dihat texmîn kirin ku jibo ceribandina sîstema S-400an e.

Reuters di heman demê de bi bîr anî ku sîstema S-400 berîya hefyetekê ji wê herêmê re hatibû veguhastin û dîyar kir ku doh jî sîstem hat ceribandin.

Wezareta Derve ya Amerîka piştî nûçeyên ceribandina sistema S-400 ji hikûmeta Tirkîyê re ragihand ku ev yek nayê pejirandin. Ev yek weke dijî ruhê hevbendîya NATO ye bi nav kir.

Ji Zanîngeha Yedîtepe Prof. Dr. Mesut Hakki Caşin dîyar kir ku jiber ku Amerîka sîstema berevanî ya Patriot'an neda Tirkîyê, Tirkîyê sistema berevanî ya S-400 ji Rûsya kirî.

"Jibo Tirkîye sistema berevanî ya esmanî pêwîstîyeke. Şêrê navxweyî yê Sûrîye û şerê niha li Karabaxê vê yekê nîşan dike. Dîsa Yunanîstan hem Patriot’an hem jî S-300 bikartîne. Ev jî dide nîşan ku gefên bikaranîna mûşekan dijî Tirkîyê hene."

Prof Caşin destnîşan dike ku Tirkîyê ne pêkane ku dev jî S-400'an berde.

"Tirkîyê eger pêwîst bibîne ewê bikaranîna S-400’an pêk bîne. S-400 sîstema parastina berevanîya esmanî ye û ne sîstema êrîşan e."

Caşin daxuyanîya Amerîka ya jibo Tirkîyê jî nirxand û got ku, sepandinên dijî Tirkîyê wê zirarê bide hevbendîya Amerîka, Tirkîye û NATO'yê.

"Tirkîye dikare hin firokên din ên şer û hin sîstemên din ên berevanî ya esmanî bikire. Ev wê zirarên mezin bide NATO’yê. Ev ê bibe sedema lewazbûna berevanîya esmanî û lewazbûna hêza ya NATO'yê. Ez bawer nakim ku serok Trump vê xeletîyê bike. Wê li Amerîka hilbijartin werin kirin. Emê li benda helwesta Amerîka bisekinin û Tirkîyê wê li gor hilbijartinan gavên xwe bavêje." Wî got.

Raporta Mem Botanî - Stenbûl 18 10 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG