Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ankêt Bo Hilbijartina Şaredarîyên Stenbol û Enqerê Çi Dibêjin?


Li Enqerê Xebatên Hilbijartinê
Li Enqerê Xebatên Hilbijartinê

Gelê Tirkîyê jibo hilbijartinên şaredarîyê piştî 2 hefteyan, ango 31 Adarê wê herin ser sindogên dengdanê.

Lê desthilat û opozîsyona Tirkîyê jibo dîyarkirina rewşa xwe anketan li ser anketan çêkdikin.

Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) bala xwe herî zêde dane ser hilbijartinên Stenbolê.

Li gor ankêtan jî dîyar dibe ku di nabera namzedê CHP'ê Ekrem Îmamoglu û namzedê AKP’ê Murat Kurum de pêşbazîyeke dijwar derbas dibe.

Li gor hin anketan Îmamoglu kêmek pêştaye, lê li gor hin anketan jî Kurum û Îmamoglu di yek astê têne dîyarkirin.

Dîsa li gor tevahîya ankêtan jî dîyar dibe ku li Stenbolê herdû namzed jî jibo ku serbikevin pêwîstîya wan bi dengê Kurdan heye.

Li gor ankêta herî dawî ya kompanyaya Metropolê, Îmamoglu ji sedî 43.5, Kurum jî ji sedî 40.2 dîyar dibe.

Ankêta Lêkolîna ORC ya dawî jî Kurum ji sedî 40.6, Îmamoglu jî ji sedî 39,3 dîyar dike.

Lê pisporên sîyasî dibêjîn jibo sîyasetê carna 24 saetan jî pir e, her gav her tişt dikare yekser were guherandin.

Analîstê Sîyasî Îbrahîm Uslu heta niha ankêtên ku hatine çêkirin tevahîya wan ji Dengê Amerîkayê re nîrxand. Uslu radigihîne ku li gor ankêtan Îmamoglu ji Kurum pêştatir e:

Pisporê Ragihandina Sîyasî û Lêkolînvan Îbrahîm Uslu
Pisporê Ragihandina Sîyasî û Lêkolînvan Îbrahîm Uslu

“Li Stenbolê Îmamoglu li gor gelek lêkolînan sê pûan ji Kurum pêştatir e. Li gor hin lêkolînan jî heta pênc pûna jî derdikeve. Jibo Stenbolê ev ferqa puanan tiştekî gelek girînge. Bes sê pûan nêzîkî 300 hezar denge. Bi ya min ev navbend bi awayekî asan nayê tijekirin.”

Serokê Kompanyaya Lêkolîna Optîmar Hîlmî Daşdemîr dijî Uslu difikire.

Daşdemîr ji Dengê Amerîkayê re da dîyarkirin ku Murat Kurum bi ferqeke biçûk li pêşîya Ekrem Îmamoglu ye.

“Li gor lêkolîna me li Stenbolê Murat Kurum li pêş e. Bes di lêkolîna me de tenê na di lêkolînên din de jî em vê yekê dibînin.”

Hîlmî Daşdemîr, Serokê Kompanya Lêkolînê ya Optîmar
Hîlmî Daşdemîr, Serokê Kompanya Lêkolînê ya Optîmar

Li Enqerê jî pêşbazîya hilbijartinê di navbera namzedê CHP’ê Mansur Yavaş û namzedê AKP’ê Turgut Altinok de derbas dibe.

Li gor lêkolînan Yavaş li pêşîya Altinok dîyar dibe. Ev yek di rewşa kolanên Enqerê de jî kêmek be jî xwe dîyar dike. Xebatên Yavaş li gor yên Altinok gelek zêde tê hîskirin.

Li gor lêkolîna HBS’yê jî Mansur Yavaş ji sedî 37.7, Turgut Altinok jî ji sedî 34.6 dîyar dibe. Partîyên din jî wihanin; Namzedê Partîya Baş Cengîz Topel ji sedî 7.3, namzedê Ji Nû De Partîya Refahê ji sedî 2,3, namzedê DEM Partîyê Ozturk Turkdogan û Gulten Kişanak jî ji sedî 1.9 hatîye tomarkirin.

WEB_ED_Election_Poll_Distribution.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00
XS
SM
MD
LG