Di operasyoneke giştî de 16 kes li îro Duşemê Enqerê hatin binçav kirin.
Di nav kesên binçavkirî de endam û rêvebirên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK), endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û rêxistinên demokratîk jî hene.
Sendîkaya Kedkarên Tendurîstîyê (SES) li ser binçavkirinan, preskonferansek li dar xist û nûnerên sendîkayan, partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîl amade bûn.
“Armanca desthilata Tirkîyê ew e ku bi van êrîşan me bitirsînin, lê emê li ber van kirinên bêhiquqî paş de gav nevêjin,” Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di civînê de got.
Bozgeyîk ji Dengê Amerîka re got ku li Tirkîyê bê hiqûqîya Rewşa Awarte û karûbarên desthilatê yê kêyfî bi berdewam dike.
“Piştî ku Rewşa Awarte mayînde bû, binçavkirin û girtin jî zêdetir bû. Rojên pêşîya me de hin çalakîyên me dê hebin. Dîyar e ku dewlet û desthilata Tirkîyê dixwaze pêşî li wan çalakîyên me bigire.”
Di vê operasyonê de 16 kes hate binçavkirin. Di nav vana de Hevseroka SES’ê Gonul Erdem û parlementera Qersê yê berê ya HDP’ê Mulkîye Bîrtane ji heye.
Tê îdia kirin ku sedema binçavkirina wan kesan, beşdarbûna wan ya civîneke çapemenî ya sala 2016’an e.