Li Enqerê jimareke rexistinên sivîl ser peqîna Stenbolê ya li Kolana Îstîklalê p biryara qedexeya weşanê ya ser wê peqînê bertêk nîşan da.
Nûnertîya Herêma Anatolîya Navîn ya DÎSK’ê, Platforma Baskên Enqerê yê KESK’ê, Lijneya Kordînasyona Bajarê Enqerê yê TMMOB, Odeya Doktoranya Enqerê (ATO) û Odeya Doktorên Diran ya Enqerê di daxuyanîya hevpar de peqîna Stenbolê bi tundî şermezar kir.
“Ev demeke dirêj e ku em bo hevre jîyanê têkoşîneke mezin didin. Lê bi van provakasyonan tê xwastin ku vîna me were şikandin û ev êrîş têne çêkirin. Yên ku li ser jîyana kesên bê guneh planên sîyasî dimeşînin, yên ku van êrîşan dikin pêwîs te ji wan hesap were pirsîn. Em jibo welat, siberoj û zarokên xwe jîyaneke bê bombeyan dixwazin.”
Hikûmeta Tirkîyê piştî peqîna Stenbolê li tevahîya Tirkîyê hemû bizavên medya civakî rawestandin ku ew jî di heman civînê de hate rexne kirin.
Rêxistinên beşdar ev astengkirin wek qanûna sansûrê bi nav kir.
“Ev sansurkirina, dezenformasyon tune nekirîye, zêdetir kiriye. Li welatekî demokratîk gava desthilatî erka xwe bi cîh neyîne mafê mirovan pirtir asteng dibe. Ev sansur jî yek ji wan binpêkirinên mafan e. Li şûna sansurkirinê divê karbidest pêşî li vê peqînê bigirtana. Lê em dibînin ku hîn jî li cîyê xwe rûdinin û kêmahîya xwe ji medya civakî derdixin û wê asteng dikin.”
Di civînê de pankartek jî li ser dîwar hate dalîqandin û li ser pankartê “Em Terorê Lanet Dikin. Mirovên Me jî Nîrxdar In Welatê Me jî” hatibû nivîsîn.