Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlînê Dibêje Ewê Balyozekî Nû jibo Washingtonê Erkdar Bikin


Kremlînê roja Duşemê ragihand ewê balyozekî nû li Washingtonê erkdar bikin.

Anatoly Antonov yê ku 69 salî ye, bi eslê xwe ji Sîbîrya ye yî û ji 2017’an vir ve balyozê Rûsya yê li Washingtonê bû.

Wî di Tîrmehê de got ku peywira wî ber bi dawîbûnê ve diçe.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serok Vladimir Putin jibo niha hizra ditîna Antonov nake, lê derfeta balyozekî heye ku rojane raporê bide serok.

Li ser pirsa gelo paşvekişandina Antonov nîşan dide ku asta têkilîyên bi Washingtonê re tên daxistin, Peskov got ku ku na û ewê balyozek di dema nêzîk de erkdar bikin.

Rûbirûbûna niha ya navbera Rûsya û Rojava li ser Ukraynayê, di dîrokê de nehatiye dîtin û xeletîyek dikare bibe sedema felaketê, dîplomatekî payebilind yê Rûsî roja Pêncşemê got.

Şerê Ukrayna yê 2 sal û nîvan, ji Şerê Dudyan yê Cîhanê ve mezintirîn şerê bejayî li Ewrupa ye, ku bûye sedema rûbirûbûneke mezin ya di navbera Rûsya û Rojava de.

Karbidestên Rûsî dibêjin ku ev rewş niha dikeve qonaxa herî metirsîdar ya heta îro.

XS
SM
MD
LG