Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîrovekar Berketên Girjîya Îran û Îsraîlê Dinirxînin


Tevî êrîşeke rasterast ya bêmînak hember Îsraîlê meha borî, Îran vê carê haydar e ku nekeve nav şerekî tevahî ligel Îsraîlê. Lê şîrovekar dibêjin dibe ku alîyên radîkal li Îranê di paşerojê de bêtir nêzî rîskê bibin.

Kerîm Sadjadpûr, pisporê Sazîya Carnegie ya Aştîya Navnetewî, di semînarekê de got ku Îran jiber çend sedeman biryar daye ku nêzîkahîyeke xavtir hember Îsraîlê bistîne.

Sadjadpûr dibîne ku rêberê ruhanî yê Îranê Ayattolah Alî Xameneyî, yê ku îsal dibe 85 salî, wekî “pabendê parastina rejîmê” dibîne. Lê ew guman dike ku Xameneyî karîn hebe hemû hêzên rejîmê kontrol bike.

“Yek ji şîroveyên pêkan yên êrîşa bêmînak ya Îranê ya 13’ê Nîsanê ji axa Îranê ber bi Îsraîlê ve ew e ku Xameneyî niha nikare tiştan ji nêzîk ve birêve bibe wekî ku berî 5 yan 10 salan dikir. Wî ev hemû fermandarên tundrê yên Pasevanên Şoreşê danîye,” Sadjadpûr got.

Nicholas Heras, lêkolerê Enstituya New Lines li Washington, ji Dengê Amerîka re got ku ne Îran û ne jî Îsraîlê vê gavê şerekî leşkerî dixwazin.

Nicholas Heras ji Enstîtuya New Lines
Nicholas Heras ji Enstîtuya New Lines

“Gelekî zelal e ku Îranê xwest peyameke cîhanê bişîne ku ew amade ye bi agir bersiva agirê Îsraîlê bide. Lê belê, rêbertîya niha ya Îranê ne di cihekî de ye ku şerekî tevahî û berfireh ligel Îsraîlê bike, şerekî ku ew dizane wê Amerîka jî têkeve nav. Rêvebirîya Biden gelekî zelal kiriye ku eger hat ser şerekî pêkan di navbera Îran û Îsralê de, ewê Amerîka alîyê Îsraîlê bigire,” Heras got.

Meha Nîsanê, Îsraîlê bi êrîşên esmanî bingeheke hêzên esmanî û navendeke navokî li naverasta Îranê kir armanc, wekî tolhildan hember zincîra êrîşên mûşekan ya Îranê ser Îsraîlê.

Îranê jî ragihand ku êrîşa wê bersivdan êrîşa Îsraîlê ya ser avahîya konsulxaneya wê ya li paytexta Sûrîyê, Şamê bû.

Di wê êrîşa 1’ê Nîsanê de du fermandarên payebilind yên Pasevanên Şoreşa Îranî hatin kuştin. Bawerî hebû ku ew herdu fermandar beşdarî plankirina êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de bûn.

Lêkoler Hemîdreza Ezîzî û Erwin van Veen ji Enstituya Clingendael li bajarê Lahay li Holandayê, di gotarekê de vê dawîyê dibêjin ku Komara Îslamî hewil dide dûrî wekî bikeve ku şerekî xwecihî û yekî biyanî di heman demê de bike.

Herdu nivîskar balê dikişînin ser tepeserkirina tund ya rejîma Îranê ser jin û keçan, ewên ku bi şêweyekî vekirî li dijî qanûnên danîna hîcabê li welêt derdikevin. Ji dema kuştina keça Kurd Jîna Emînî û çalakvanên din, hêzên ewlekarîya Îranê gelek jin û keç û mêrên ku piştgirîya wan dike kirine armanc.

“Bi rîya tepeserkirina rikaberîyê li hundirê welêt, rêberên Îranê hewil didin ku nakokîyeke xwecihî li vê dema ku ku rûbirûyên metirsîya şerekî ji derve ne. Bi heman şêweyî, bi rîya gefeya şerekî ji derve, rêberên Îranê dixwazin xwe dûrî xirabûna rewş û bawerîya bi wan li hundir û derveyî welêt bikevin,” Ezîzî û Veen di gotara xwe de nivîsîn.

XS
SM
MD
LG