Rexistina mafên mirovan ya nevneteweyî Amnesty International (AI) îro Sêşemê di derbarê binpekirinên li Kurdistana Îraqê, daxuyanîyeke weşand.
Amnesty International got ku pêdivî ye ku karbidestên Kurdistana Îraqê givaştin û binpekirinên xwe yên ser aktivîst, xwepêşander û rojnamevanan bidawî bike.
AI ragihand ku Hêzên ewlekîya hikûmeta heremî ya kurd li eyaleta Duhokê, ya ser sînorê Tirkîye û Sûrîyê, di navbera Adara 2020'an û Nîsana 2021'an de, bi îdaya têkildarîya bi xwepêşandanan, zedetirî 100 kes girtine.
Rexistina AI destnîşan kir ku piranîya girtinan, li Badinan, heremeke li bakurê rojavayê eyaleta Duhokê, pêk hatine.
Amnety International dîyar kir ku karbidestên ewlekarîyê û dadmendîyê binpêkirinên mafên mirovan pêk anîne, di nav de desteserkirin, girtin û darizandinên neheq jî, hene.
Hêzên ewlehîyê sedema girtinê ji girtîyan re ranegihandine, û hevdem malbatên wan di derbarê pêyvajoya girtinan de, agahdar ne kirine.
Hin kesên ku hatine girtin ji AI'y ê gotine ku ew hatine êşkence kirin da ku tawanbarîyan bi zorê qabûl bikin û her wiha îtîrafa bikin.
Lynn Maalouf, Cîgira Dîrektorê Rojhilata Navîn ya Amnesty International rapora rexistinê bi raya giştî re parve kir.
Lynn Maalouf da zanîn ku karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê, di sala borî de, di hewildanên xwe yên jibo bêdengkirina kesên rexnegir, dest bi kiryarên hovdar yên zextan kirin.
"Pêwîste ku karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê kiryarên zext û binpekirinan bidawî bikin û demûdest tevahîya kesên ku bi kêfî hatine desteser kirin, serbest berdin, " Maalouf got.
Amnesty destnîşan kir ku herî kêm 30 ji 100 kesên ku hatine desteser kirin, hin jî girtî ne.
Rêxistina mafên mirovan AI, rewşa girtina 14 kesên li Badînan, belge kir.
" Tevahîya 14 kesan, di navbera çend rojan de heya pênc mehan, bêyî tekilîya bi ti kesî re girtî hatine hiştin. Şeş ji wan kesana rûbirûyê windakirina bi zorê mane – ku li gor qanûna navneteweyî ji bo demên di navbera 10 rojan heya sê mehan, tawan e, " Amnesty got.
Di nav bûyerên ku di raporê de hatine eşkere kirin de dozên pênc aktivîstên Badînan û rojnamevanan jî hene.
Ew kesana jiber tawanên tehdîtkirina ewlehî û serwerîya Kurdistana Îraqê, bi şeş salên zîndanê, hatin ceza kirin. Cezayên wan di Gulanê de hatin erê kirin.
Desteserkirin û darizandina pênc kesên li Badînan, bû sedema şermezarkirinên berfireh, ku ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li welêt jî di nav de.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) bi taybetî di van du salên dawî de ji ber kiryarên dijî renxegir û rojnamevanan bi tundî, tê rexne kirin.
Di dema xwepêşandanên sala borî yên li seren serê Kurdistana Îraqê yên ku dayînan mehaneyan bi rêkûpêk, xizmetên bingehîn, û bidawîanîna gendeliyê dixwestin hatin kirin, jiber ku rojnamevanan bûyeran, nûçe çê dikirin gelek pirgirêk derketin holê.
Rojnamevanên ku serbixwe yan yên jibo dezgehên bi partîya opozîsyonê re dixebitin hatine girtin, dema ofîsên ragihandinên hatin girtin ku carnan bi mehan girtî hatin hiştin.
Di xwepêşandanan de herî kêm heşt kes hatin kuştin.
Hikûmetê bo dayîna mûçeyan û bo pêşkeşnekirina xizmetên baştir derengketina wergirtina dirava ji Bexda, pêyvajoya xeter ya pandemîya vîrusa korona û bihayên petrolê yên cîhanî ku dadikevin, tawanbar kir.