Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International di Raporta Salane de Rexneyên Tund li Tirkîyê Dike


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) raporta xwe ya salane ya 2021-22’an ya li ser rewşa mafên mirovan ya di derbarê Tirkîye de weşand.

Amnesty International her sal li ser rewşa mafên mirovan a cîhanê, herêm û welatan raportên salane amade dike.

Rêxistinê di raporta derbarê Tirkîyê de jî cîh daye mijarên wek mudaxaleyên dewletê yên tund, zextên dijî opozîsyonê, astengkirina azadîya xwe Îfadekirinê, hindakirinê bi zorê, mafên penaber û koçberan, mafên jin, keç û endamên LGBTÎ+Q’yan.

Herwiha, rêxistin di vê raportê de dîyar dike ku di sala 2021’ê de li tevahîya Tirkîyê binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin û li çar alîyên Tirkîyê jî xwepêşandan û protesto pêk hatin.

Amnesty International di serî de dîyar dike ku kêmahîyên kûr yên di sîstema dadwerîyê de nehatin çareser kirin.

• Azadîya kombûna aştîyane bi tundî hat asteng kirin.

• Li hemberî kesên ku mafê xwe yê kombûna aştîyane bi kar tînin, hêzeke bê hevseng hat xebitandin.

• Îdiayên giran û pêbawer yên êşkence û kiryarên xirab hatin kirin.

• Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) jibo Tirkîye di gelek cîhan de biryara binpêkirina mafan da.

Dîrektora Amnesty International ya Tirkîyê Ece Unver got ku “Peymana Stenbolê” yek ji hindahîyên herî mezin yên sala 2021'ê ye.

“Peymana Stenbolê derbarê têkoşîn û pêşîgirtina tundîtûjîya dijî jinan û tundîya navmalê bû û jin diparastin. Bi vekişîna ji wê peymanê, jin bê parastin man. Herwiha karbidestên hikûmetê bi gotinên homofobîk endamên LGBTI+Q’yan kirin armanc.”

Unver bi berdewamî got ku dozên li dijî opozîsyonê, rojnamevanan, parêzvanên mafên mirovan û dozên azadîya rêxistinbûnê û azadîya xwe îfadekirinê bi salan e yan nehatin encamdan yan jî ev kes bi awayê nerewa hatin ceza kirin.”

Amnesty di rapora 6 rûpelî de bi bîr tîne ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) di dozên derbarê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Ahmet Altan û Nazli Ilicak de dijî Tirkîyê biryar da ku mafê wan hatiye binpê kirin.

MEB_4_1_22_Raporta_ Amnesty_International _Turkey
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00
XS
SM
MD
LG