Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Yunanistan Peymana Berevanîya Hevpar Nû Dikin


Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken û yên Yunanistanê Nikos Dendias
Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken û yên Yunanistanê Nikos Dendias

Amerîka û Yunanistanê roja Pêncşemê peymaneke berevanîya hevpar îmza kirin ku hevkarîya xwe ya berevanîya demdirêj nû dikin.

Peymana Hevkarîya Berevanîya Hevpar ya Amerîka û Yunanistanê (MDCA) destûrê dide hêzên Amerîkî ku ji 1990'an vir ve, di nav axa Yunanîstanê de perwerde û kar bikin.

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand ku MDCA bingeha hevkarîya wan ya berevanîyê ye.

Hevdem, wî da zanîn ku peyman wê rê bide hevalbendên NATO'yê ku ewlehîya li herêma Rojhilat ya Deryaya Sipî û dervayî wê pêşve bixin.

Blinken û wezîrê karên derve yê Yunanistanê Nikos Dendias di merasîmeke de peyman bi hevre îmza kirin.

"Li Yunanistanê çend bingehên leşkerî yên Amerîka hene û ev yek rê bide ku ev peymanên berevanîyê heya û heya di merîyetê de bimîne, " Blinken got.

Nikos Dendias jî got ku pabendbûna Amerîka ya bi Yunanistanê re destnîşan dike ku her du welat bi biryar in ku serwerî û yekîtîya axa hev biparêzin.

Ev peyman çend hefte piştî ku Yunanistanê peymaneke nû ya berevanîyê bi Fransayê re îmza kir hat, ku di rewşek gefek derveyî de her du welat alîkarîya hev bikin. Lê, ev peyman alozîyên zêde yên bi Tirkîyê re, gûr kir.

XS
SM
MD
LG