Serokwezîrê Kosova Albîn Kurtî îro Duşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken spasîya welatî wî kir ku Afganên ku hatine veguhastin, dihewîne.
“Hevbendîya me bi Amerîka re xurt û hevaltîya me jî mezintir dibe,” Kurti ji ser Twitterê got.
Kosova heta niha 700 Afganên, ku cara yekê di 29ê Tebaxê de giheştibûn wî welatî, li karxaneyeke kevin û li kampeke leşkerî bi kindemî dihewîne.
Berdevikê Wezareta Derve Ned Price jî ragihand ku Blinken jibo mêvandarîya Afganên bin xeterî de bûn, ji Kurtî re spas kir.
Hikûmeta Kosova ragihand ku ew dikare bi kindemî dora 2,000 Afganan bike, heta ku karên wan yên berê çûyîna Amerîka bi dawî were.