Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje di Tebaxê de 105.000 Kes ji Afganistanê Hatine Derxistin


Qesra Sipî îro Înê got ku roja Pêncşemê nêzî 12.500 kes ji Afganistanê hatine derxistin.

Qesra Sipî ragihand ku ji 14'ê Tebaxê vir ve hejmara tevahîya kesên ku hatine veguhestin giheştiye 105.000 kesan.

Li gor nirxandinên Qesra Sipî, nêzî 5.000 ji 12.500 kesên ku roja Pêncşemê hatine derxistin di heman şevê de, bi rêka firokan hatine veguhestin.

Qesra Sipî da zanîn ku hewilên derxistinê rojek berî ku Talîban bikeve paytexta Afganistanê ya di 15'ê Tebaxê de hatine zêde kirin.

Piştî peqînên êvara Pêncşemê ya li pêş derîyên firîngeha Kabulê, ku 13 leşkerên Amerîkî û bi dehan kesên Afganî tê de hatibûn kuştin, xebatên derxistinê îro jinûve destpê kirin.

Hêzên leşkerî yên Amerîkî, ku firîngeha Kabul diparêzin, divê heta 31'ê Tebaxê bi giştî ji Afganistanê derkevin.

XS
SM
MD
LG