Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Hemwelatiyên Xwe Dike ku 'Her Bilêtek Bidest Bikeve' ji Lubnanê Derkevin


Balyozxaneya Amerîka li Awkar - Li Lubnanê
Balyozxaneya Amerîka li Awkar - Li Lubnanê

Roja Şemiyê, Balyozxaneya Amerîkî li Lubnanê bang li hemwelatiyên xwe kir ku "her bilêteke firînê ya berdest" ji bo derketina ji Lubnanê veqetînin û vegerin welatê xwe.

Tirsa gurbûna şer di navbera Îsraîl û Hizbullahê de zêde bûye.

Di daxuyaniyekê de ku Baloyozxaneyê li ser malpera xwe weşand û dibîje, "daxwaz ji hemî Amerîkiyan dikîn ku her bilêtek berdest ya seferê ji wan re heye veqetînin, heta ku eger firîn di gavê de nebe jî."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek hêlên esmanî seferên xwe rawestandine yan jî betal kirine, bilêtên gele seferan jî hatine firotin jibo ku ji Lubnanê derkevin. Zêdebarî tengasiyê lê dîsan jî derfeta seferên bazirganî jibo derketina ji Lubnanê heye.

Balyozxanê, daxwaz kir ku li Firokxana Navneteweyî ya Rafic Herîrî li Beyrûtê li derfeta peyda peyda kirina bilêtan bişopînin.

Balyozxaneyê amaje bi wê yekê jî kir ku hemwelatiyên Amerîkî yên ku ji bo vegerê bo Amerîka pereyên wan kêm in, dikarin bi balyozxaneyê re têkilî daynin da ku bi riya deynên vegerê alîkariya darayî werbigirin.

Balyozxaneyê pêşniyar kir ku kesên ku naxwazin niha ji Lubnanê derkevin, bila planên awarte amade bikin weha fikir bikin ku dê demek dirêj li cîhê xwe bimînin.

Kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Hanîyeh li Îranê û êrîşa Îsraîlê ya ku di encamê de Berpirsê Leşkerî yê Hizbullah Fûad Şukr li Beyrûtê hat kuştin, tirsa berfirehbûna qada şerê di navbera Îsraîl de ji aliyekî û Îran û aliyên ku li Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê piştgiriya wê dikin li aliyek din.

Jiber tirsa befirehbûna şer li herêmê gelek hêzlên esmanî geştên xwe yên jibo Lubnan, Îran û Îsraîlê ragirtine.

Hêlên esmanî yên navnetwê yên navdar geştên xwe bi taybet bo Lubnanê rawestandin.

Balozxaneyê bo rewşên awarte gelek rênûmayên din yên hişariyê dane welatiyên xwe û malbatên wan yên li Lubnanê.

XS
SM
MD
LG