Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew Armanca Lêpirsîna Hilbijartina 2020’an E


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku wî ji Dozgerê Taybet Jack Smith roja Şemîyê nameyeke wergirtiye ku ew jiber hewlên betalkirina encamên hilbijartina 2020’an armanca lêpirsîneke jûrîya mezîn e.

Trump dîyar kir ku di nameyê de ji wî re hatiye gotin ku divê ew di nava çar rojan de derkeve pêş jûrîya mezîn.

Tevî ku Trump bi taybetî eşkere nekir ku sedema derketina pêş jûrîya mezîn çi ye, jibo kesên ku nameyên wiha digirin derfet tê dayîn ku berî tawanbarîya dijî wan, karibin parastina xwe bikin.

Trump di parvekirina xwe ya medyaya civakî de îdia kir ku "mafê wî" heye ku ew hilbijartinê protesto bike.

"Li gor Qanûna Bingehîn ya Amerîka, mafê min heye ku ez hilbijartinekê protesto bikim, ya ku ez bi tevahî piştrast im ku sexte û dizî ye, mîna ku Demokratan di 2016’an de hemberî min kir û gelek kesên din jî bi salan kirin."

Tîma hiqûqî ya Trump hîn bi fermî bersîv nedaye vexwendina bo derketina pêş jûrîya mezin, lê li ber e ku Trump vê yekê red bike.

Berdevikê Dozgerê Taybet Jack Smith red kir ku li ser nameyê şîrove bike.
Berdevikê Qesra Sipî Ian Sams jî red kir ku bersîva pirsên ser mijarê bide û got ku divê wezareta dadê daxuyanîyeke bide.

Şîrovekar dibêjin ku ger wiha be û dijî wî lêpirsîneke hatibe destpê kirin, wê ev yek nîşana herî zelal ya heya îro be ku dibe Trump bi tawanên federal re rûbirû bimîne; jiber hewlên wî yên mayîna ser kar piştî hindakirina hilbijartinê hemberî hevrikê xwe, Serok Joe Biden.

Ji alîyê din ve, tîma kempeyna Biden ya 2024’an îro ragihand ku Biden wê navenda giştî ya kempeyna xwe ya hilbijartinê li bajarê Wilmington ya eyaleta Delaware deyne.

Biden jî bi daxuyanîyeke piştrast kir ku kempeyna wî ya jinûve hilbijartinê Delaware cîhê herî çêtir e û ku ew bi dehsalan e li wir dijî.

"Nirxên malbata min, xweşbînîya û bawerîya min ya bê dawî bi çîna navîn ya Amerîkî mnî pişta gelê me, ji mala min tê - ji Delaware."

Çavkanî: Reuters,CNN

XS
SM
MD
LG