Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Rûsya Toleyên Zêdetir Ragihand


Logoya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka
Logoya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka

Rêvebirîya Biden îro Pêncşemê diji 328 qanûndanerên Rûsî û bi dehan kompanîyên berevanîyê yên dewletê pêleke nû ya toleyan ragihandin.

Toleyên dijî Rûsya bi daxuyanîyeke nivîskî ji alîyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîka hat dîyar kirin.

"Armanca me li vir ew e ku em bi awayekî rêkûpêk sûd û îmtiyazên ku Rûsya berê wek beşdarekê , di sîstema aborî ya navneteweyî de werdigirt, rakin," karbidestekî payebilind yê rêvebirîyê ji Reuters re got.

Amerîka bi toleyan 48 kompanîyên berevanîyê yên ku bo êrîşên berdewam yên Rûsî yên li Ukrayna alavan hilberînin, dike armanc; tevî Tactical Missiles Corp ya dewletê û 28 kompanîyên girêdayê wê û herwiha rêvebirê wê yê giştî.

Di nav toleyan da hevdem 17 endamên lijneya sazîya darayî ya pêşeng ya Rûsî, Sovcombank û Gennady Timchenko, hevalbendê dem dirêj yê Putin, kompanî û endamên malbata wî jî hene.

Wezareta Xezîneyê hevdema dijî 328 endamên parlementoya Rûsya (Duma) û Herman Gref, serokê bankaya herî mezin ya Rûsya Sberbank, ku Xezîneyê got ku hevkarê nêz yê Putin bû, tole ragihand.

Xezîneyê ragihand ku biryara toleyên nû ya Washingtonê bi biryarên wekhev yên ku ji hêla YE, Brîtanya û Kanada ve hatine girtin ve, hevseng e.

Qesra Sipî di daxuyanîyeke ser mijarê de wiha got:

"Heya ku Serok Putin vî şerî bidomîne; Amerîka, hevalbend û hevkarên wê pabend in ku hikûmeta Rûsî bi bandorên tund yên kiryarên me yên aborî yên niha û pêşerojê hês bike."

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka herwiha li ser malpera xwe rêbernameyeke jî weşand hişyarî da ku bazirganîya girêdayê zêran ku Rûsya tevlî be, dibe ku rastî toleyên Amerîkî werin.

Amerîka û hevalbendên wê heya niha hejmareke pêlên toleyan ragihandine, di nav de dewlemêndên herî mezin yên Rûsya û serokê welêt Vladimir Putin; ji destpêka dagirkirina Ukrayna ya ji hêla hêzên Rûsî di 24'ê Sibatê de.

XS
SM
MD
LG