Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Australya, Danîmarka û Norwêc Firotina Teknolojîyê Bo Binpêkerên Mafên Mirovan Wê Asteng Bikin


Dîmeneke ji Hilcivîna Jibo Demokrasîyê ya 9-10 Berfanbarê ya Serok Joe Biden li Washington
Dîmeneke ji Hilcivîna Jibo Demokrasîyê ya 9-10 Berfanbarê ya Serok Joe Biden li Washington

Qesra Sipî îro Înîyê ragihand ku Amerîka, Avustralya, Danîmarka û Norwêc ewê kom xebatekî ya hevkarîyê ava bikin da ku derfirotina teknolojîyê bo hikûmetên ku wan berhaman bo givaştin û zordarîyê bikar tînin, were asteng kirin.

Wan çar welatan di derbarê mijarê de daxuyanîyeke hevpar weşandin.

"Em soz didin ku di sala bê de, ser sazkirina peymaneke nivîskî ya dilxwazî, lê ne mecbûrî ku dewletên hemraman bikaribin bi siyasî soz bidin, bixebitin ; ya ku bo dijî belavbûna bernamayên kompîtiran (software) û teknolojîyên din yên bo binpêkirinên cidî yên mafên mirovan têne bikar anîn, rêkên kontrolkirina derfotinê, were bikar anîn," welatan got.

Qesra Spî hefteya borî da zanîn ku ew kom xebatê, bo çareserîya 'xirab-xelet karanîna hin teknolojîyên du-alî yên ku dikarin bibin sedema binpêkirina mafên mirovan' ava dike.

Hevdem, wê destnîşan kir ku ewê kom bo piştraskirina "teknolojîyên krîtîk û nûjen jibo û lê ne dijî civakên demokratîk têne kar anîn' jî bixebite.

Her wiha, Qesrê îro navên welatên ku soz didin ku bi wê re li ser hewildanê bixebitin, eşkere kir û got ku Kanada, Fransa, Hollanda û Brîtanya jî piştgirîya vê gavê dikin.

Daxûyanî, îro di Hilcivîna Jibo Demokrasîyê ya 9-10 Berfanbarê ya Serok Joe Biden ya ku li Washington didome, hat ragihandin; bi armanca alîkarîya bo rawestandina paşveçûna demokratîk û tinekirina maf û azadîyan ya li seranserê cîhanê.

Çîn û Rûsya di lîsteya vexwendina Hilcivînê de, cih negirtibûn.

XS
SM
MD
LG