Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî Hizra Toleyên Ser Sektora Petrol û Gaza Rûsî Dike


Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki
Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki

Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki îro Çarşemê dîyar kir ku Amerîka bo ragihandina toleyên ser pîşesazîya petrol û gaza Rûsyayê "pir vekirî" ye.

Psaki anî ziman ku lê, ew bandora muhtemel ya ser bazarên cîhanî û buhayê enerjîyê yên Amerîkayê dinirxînin.

Psaki ev daxuyanî di hevdîtenek di televîzyona MSNBC de ragihand.

Ser pirsa gelo Washington û hevalbendên wê yên Rojavayî ser pîşesazîya enerjîyê ya Moskowê toleyan ragihîne yan na, Psaki wiha bersîv da:

"Em wê yêkê dinirxînin. Ev tole/a li ser masê ne, lê divê em hesab bikin ka wê tevahîya bandoran çi bin."

Psaki da zanîn ku ew hevdem li ser rêkên berfirehkirin û tundkirina givaştina ser serokê Rûsyayê Vladimir Putin û pişesazîya darayî disekinin.

"Lê, em dixwazin bandora ser bazara cîhanî kêm bikin û di nava vê de bazara cîhanî ya petrolê û bandora buhayê enerjîyê ya bo gelê Amerîkî hene,” Psaki got.

Wê bi berdewamî got ku ew naxwazin zîyanê bidin xwe, lê ew hewil didin ku zararê bidin Serok Putin û aborîya Rûsyayê."

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden dibêje ku ger Moskow êrîşên xwe yên dijî Kîevê bidomîne ew dikare petrola Rûsyayê asteng bike.

Lê, Psaki îro da zanîn ku Qesra Sipî dinirxîne ka ev biryara Amerîka wê çawa ser bazaran bandorê bike.

Amerîka û hevalbendên wê roja Sêşemê hevbîr bûn ku 60 mîlyon varîl ji rezervên petrolê serbest berdin ku alîkarîyê bidin astengîyên peydakirinê.

XS
SM
MD
LG